Şarezayên jîngehê: Guherîna keşûhewayê gefê li ser asayişa cîhanê dike
Hewlêr (Rûdaw) - Guherîna keşûhewayê, bêhtir ji 800 milyon kesî li cîhanê birçî kiriye û şarezayên jîngehê ji dibêjin guherîna keşûhewayê gefê li ser asayişa cîhanê dike.
Av û seqaya Lubnanê pîs bûye û nişteciyên wê hest bi metirsiyê dikin.
Nişteciyên Beyrûtê Mihemed Hennûn dibêje: “Bi saya xwedê em digihêjin armancekê, lê pîsbûna seqayê li hemû cîhanê rû daye, em jî nikarin sînorekî jê re deynin. Kargeh li gorî pêwerên jîngehî nayên danîn. Jiyana me li jêr gefê ye û kes jî napirse.”
Hesareya zeviyê li jêr gefê ye. Di 30 salên bê de, guherîna keşûhewayê bêhtirîn gef li ser asayişa xorakê, seqamgîriya civakî, cîgirbûna jiyanê û demografyaya bajaran kiriye.
Şarezayê jîngehê Kevin Conrad jî got: “Ez ji du aliyan ve bîr li vê mijarê dikim, ji aliyekî ve, em ji petayekê derdikevin ku aboriya me têkşikand û ji aliyekî din ve, em dibînin guherîna keşûhewayê heta çi radeyekê alingariyên xwe giran kirine. Welatên Grûpa 20 di ber derdana bêhtir ji 80% ji gazên karbonî de, berpirs in, ku asayişa xorakê ya welatên din ên cîhanê xistiye jêr gefê. Weke mînak, Hind, ku rêjeya hejariyê tê de gelekî bilind bûye, lê hevdem em dibînin ku hêj komirê bikar tînin û jîngehê pîs dikin.”
Rajû, li Herêma Carxand, li rojhilatê Hindê, şevane komirê kom dike.
Bi rojê jî, wê komirê bi biskilêt digihîne kargehan û du dolaran heqdestê xwe werdigire.
Nişteciyê Carxand li rojhilatê Hindê Rajû dibêje: “Eger em vî karî nekin, em dê ji birçîna bimirin, yan divê em parsê bikin. Komir ji bo me hejaran jiyan e, ji ber ku wê em ji birçîbûnê rizgar kirine.”
Hind di yek salê de, nêzîkî milyarek ton komir dişewitîne, ku dike bêhtir ji 84% ji tevaya komira bikarhatî li cîhanê.
Sala 1950yî, bêhtir ji milyarek û 250 milyon metre sêca, av li xwe girtibû, lê niha kêmtir ji 250 milyon metre sêca tê de heye.
Guherîna keşûhewayê, her ji niha ve, bêhtir ji 800 milyon kesî li cîhanê birçî kiriye û ev hejmar jî di du deheyên bê de, heta nêzîkî 1.5 milyar kesî bilind dibe.