Li Mêrdînê ji ber metirsiya erdhejê zinar tên şikandin

03-11-2021
RÛDAW
Li Mêrdînê ji ber metirsiya erdhejê zinar tên şikandin. Wêne: AA
Li Mêrdînê ji ber metirsiya erdhejê zinar tên şikandin. Wêne: AA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Geliyê Zinarê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê dijî metirsiya erdhejê wek “herêma metirsîdar” hat ragihandin û kar û xebatên şikandina zinaran destpê kirin.

Li Geliyê Zinarê yê gundê Mensûriyê ser bi navçeya Artuklu ji ber metirsiya di erdhejê de ketina lat û zinaran 32 avahî hatin valakirin û herêm wek 8 cih hat beşkirin û ji aliyê Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ve li van cihan kar tên kirin.

Davut Esen, Rêveberê Bajar yê AFADê dibêje, “Dem bi dem em li herêmê lêkolînan dikin û cihên metirsîdar diyar dikin. Ji bo em rewşên xeter ji holê rakin tedbîran werdigrin û vî karî jî bi projeyan dikin. Ligel ku herêma me ne herêma erdhejê ye lê li bajarên derdora me xeta erdhejê derbas dibe. Eger li wan deran erdhejek çêbibe dê bandorê li bajarê me jî bike.”

Ev proje 2 meh e ku destpê kiriye û li gor plansaziya AFADê divê 4 mehên din bi dawî bibe û welatiyên ku malên xwe vala kirine dê dîsan vegerin cihên xwe.

Hasan Unver, Endezyarê Jeofîzîk li AFADê jî diyar dike, “Wek AFADê bi endezyarên jeolojî, jeofîzîk, avahîsazî û nexşê re vî karî dikin. Ji Kompanyayê jî tîmeke 15 kesî beşdarî kar bûye. Em bi 3 teknîkan kar bi rêve dibin. Bi makîneyên kar zinar tên şikandin, teqandin û paqijkirin û xebatên me bi awayekî tendirust berdewam in.”

Li navenda parêzgeha Mêrdînê ji ber erdnîgariya wê piraniya avahiyan di nav zinaran de hatine çêkirin û ev jî di egereke erdhejê de metirsiyê çêdike. Li gor agahiyên AFADê piştî vî karî dê ev metirsî ji holê rabe û welatî bi awayekî ewle bikaribin li malên xwe bimînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst