Ji Partiya Pêşerojê bo Bahçelî: Kurdistan heye û li holê ye

03-11-2021
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Serokê Partiya Pêşerojê (Gelecek Partisi) yê Bajarê Amedê Aydin Altaç
Serokê Partiya Pêşerojê (Gelecek Partisi) yê Bajarê Amedê Aydin Altaç
Nîşan Partiya Pêşerojê Kurdistan Devlet Bahçelî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Serokê Partiya Pêşerojê (Gelecek Partisi) yê Bajarê Amedê Aydin Altaç, ji Amedê bersiva gotinên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî da. Altaç, da zanîn ku Devlet Bahçelî qebûl bike jî û neke jî Kurdistan heye û li holê ye. Yên ku Kurdistanê înkar dikin haya wan ji gel û ji dîrokê tune ye.

Di rojeva siyasetê de nîqaşên li ser navê Kurdistanê berdewam dike. Navê Kurdistanê ku piştî serdana Seroka Giştî ya Îyî Partiyê Meral Akşener bo Misircêya Sêrtê ketibû rojevê, hê jî mijareke germ a siyaseta Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ye.

Piştî Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ku di koma partiya xwe ya parlamentoyê de gotibû Kurdistan tune ye û gef li kesên ku navê Kurdistanê bi kar tînin kiribû nerazîbûnek jî ji Partiya Pêşerojê ya Ehmed Davutoglu hat.

Serokê Partiya Pêşerojê (Gelecek Partîsî) yê Amedê Aydin Altaç, diyar kir ku Kurdistan hem rastiyeke îroyîn û hem jî rastiyeke dîrokî ye. Altaç, da zanîn kesên ku dibêjin Kurdistan tune ye haya wan ji dîrokê û ji gelê Kurd tune ye û wiha axivî:

"Kurdistan ne qedexe ye. Di nava gel de îro siyaseteke wisa nijadeperestî tê ajotin, tê meşandin hikûmeta Tirkiyeyê ji bo ku desthilatdariya xwe berdewam dike, li ser vê nijadperestiyê gav davêje. Pirsgirêka Tirkiyeyê ev e.

Îro yê bibêje li vê herêmê Kurdistan tune ye, Kurd tune ne, yê yekemîn dîrokê nizanin. Ê duyemîn vê herêmê û van mirovan nabînin. Ev jî ne mimkun e. Tiştê ku li holê ye, tu nikarî bibêjî tune ye. Di tarîxa Tirkiyê de, beriya Tirkiyê de, dewletên ava bûne, li dîroka xwe binêre. Dîroka xwe bixwîne. Ev der di wextê osmaniyan de Kurdistan bûye. Yên ku jê bawer nakin bila li zabitnameyên meclisa yekemîn binêrin. Çi hatiye nivîsandin bila wê bidin ber çavên xwe. Eger ji wê jî bawer nakin bila li pirtûka nutuk a ku Ataturk nivîsandiye binêrin. Ji wê jî bawer nakin bila li axaftina birêz serokomar ku di sala 20013an de kiribû û gotibû Kurdistan heye û ev rastiya me ye. Eger hûn ji wî jî bawer nakin di 2018'an de Birêz Bînalî Yildirim hate Amedê got di meclisa yekemîn de parlamenterên Kurdistanê, mebûsên Kurdistanê jî hebûn. Ev tiştekî rast e. Bila lê binêrin. Ger hûn ji wan bawer nakin ez ji we re bibêjim çi? Eger Bahçelî bibêje tune ye jî heye, eger bêje heye jî ji xwe rastiyê dibêje."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst