Parlamenterên Fransî: Divê Enfal wek jenosîd bê naskirin

Hewlêr (Rûdaw) - 12 parlementerên Fransî pêşnûmayeke qanûnî ya di derbarê Enfalê de ku di encamê de 182 hezar Kurd hatin qetilkirin weke “jenosîd” bê naskirin, pêşkêşî Parlamentoya Neteweyî ya Fransayê kirin. Tê çaverêkirin ku pêşnûma di heyama pêş de li parlamentoya Fransayê bê gotûbêjkirin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê Elî Dolemerî ji Rûdawê re ragihand, 12 parlamenterên ku wek dostên gelê kurd tên naskirin, proje yasayek amade kirine ku Enfal weke “jenosîd” bê nasîn.

Di metna pêşnûmeyê de ku balê dikişîne ser zext, zordarî û komkujiyên ku gelê Kurd di serdema ji peymanên Sewr û Lozanê heta êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku gelê Kurd ku rû bi rû maye, tê destnîşan kirin ku pêvajoya Enfalê "operasyona jenosîda Kurdan" yek ji rûpelên herî tarî yê dîrokê ye.

Di pêşnûmeya ku di 5ê Cotmeha 2021an de pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Neteweyî ya Fransayê hat kirin, tê xwestin ku Enfal bi fermî wekî "jenosîd" bê qebûlkirin.

Çar welatan jenosîdê nas kir

Berê parlementoyên Brîtanya, Hollanda, Norwêc û Swêdê jonosîda li ser Kurdan bi awayekî fermî nas kiribûn.

Rojnamevan û nivîskar, pisporê dosyaya Enfalê Arif Qurbanî ji Rûdawê re ragihand, ji bo ku proseya Enfalê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke jenosîd bê naskirin, pêwîstî bi lobiyeke bihêz heye.

qurbanî got “Divê alên welatên ku Enfalê weke jenosîd nas kirine, li Parlamentoya Kurdistanê û Bîrdariya Şehîdan were daliqandin, da ku ev yek jî bibe handanek.”

Jenosîda Enfalê

Roja 12ê Adara 1986an ji aliyê rejîma Beesê bi serokatiya Sedam Husên ve li dijî Kurdan, qirkirina bi navê Enfal dest pê kir û di encama heşt qonaxan de zêdetirî 182 hezar Kurd bi awayekî komkujî hatin kuştin û hatin bêserûşûnkirin.

Di dema Enfalê de 4500 gund û 30 navçe hatin wêrankirin, 1800 dibistan, 300 nexweşxane, 3000 mizgeft û 27 dêr hatin rûxandin.

Di 16ê Adara 1988an de, di dema Enfalê de, ku bû sedema koçberkirina herî kêm 1 milyon xelkê Başûrê Kurdistanê, di 16ê Adara 1988an de êrişeke nû li ser Helebce û derdora wê dest pê kir. Li Helebçê ku rastî êrîşa çekên kîmyewî hat, herî kêm 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.