Mesrûr Barzanî: Ciwan hêz û xwediyê vî welatî ne
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ciwan û xwendekaran wek hêz û xwediyên welat bi nav dike û dibêje, “em divê veberhênanê li şiyana we bikin bo xizmeta Kurdistanê.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li gel hejmareke wezîran, beşdarî ahenga derçûnê ya Zanîngeha Kurdistan-Hewlêr bû gotarek pêşkêş kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de pîrozbahî li derçûyan kir û hêvî xwst di hemû qonaxên pêşerojê yên jiyana xwe de, wek qonaxa xwendina li zanîngehê, serkeftî bin.
Mesrûr Barzanî tekezî li ser girîngiya rola ciwan û xwendekaran a ji bo Kurdistanê kir û got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dike ji bo ku derfetên wekhev ji bo ciwanan pêk bîne, ew jî bi rêya çaksazî û projeyên avakirina aboriyeke serdemî bo hemûyan.”
Mesrûr Barzanî, Herêma Kurdistanê wek dewlemendeke çavkaniyên mirovî binav kir û ji ciwanan re tekez kir, “Ez pabend im bi wê ku alîkariya we bikim da ku hûn xewnên xwe pêk bînin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi rewşa zehmet a ji ber vîrusa Coronayê jî kir û got, “lê tevî vê nexweşiyê we karî pêş ve biçin û pêgeha xwe biparêzin.”
Mesrûr Barzanî bang li ciwanan kir û got, bi şiyana we Herêma Kurdistanê dê “bibe navendek ji bo aborî û bazirganî li Iraqê û navçeyê” û di vê çarçovê de piştevaniya xwe bo ciwanan dûpat kir.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku ew kar û xebatên xwe berdewam dikin ji bo ku pêşerojeke geştir ji bo ciwanan pêk bînin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ahenga derçûnê ya Zanîngeha Kurdistan-Hewlêr
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 3, 2021
📸Bilind Tahir/ #Rûdaw pic.twitter.com/xdSMMxYAp1