Mesrûr Barzanî: Ciwan hêz û xwediyê vî welatî ne

03-11-2021
RÛDAW
Nîşan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Zanîngeha Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ciwan û xwendekaran wek hêz û xwediyên welat bi nav dike û dibêje, “em divê veberhênanê li şiyana we bikin bo xizmeta Kurdistanê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li gel hejmareke wezîran, beşdarî ahenga derçûnê ya Zanîngeha Kurdistan-Hewlêr bû gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de pîrozbahî li derçûyan kir û hêvî xwst di hemû qonaxên pêşerojê yên jiyana xwe de, wek qonaxa xwendina li zanîngehê, serkeftî bin.

Mesrûr Barzanî tekezî li ser girîngiya rola ciwan û xwendekaran a ji bo Kurdistanê kir û got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dike ji bo ku derfetên wekhev ji bo ciwanan pêk bîne, ew jî bi rêya çaksazî û projeyên avakirina aboriyeke serdemî bo hemûyan.”

Mesrûr Barzanî, Herêma Kurdistanê wek dewlemendeke çavkaniyên mirovî binav kir û ji ciwanan re tekez kir, “Ez pabend im bi wê ku alîkariya we bikim da ku hûn xewnên xwe pêk bînin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi rewşa zehmet a ji ber vîrusa Coronayê jî kir û got, “lê tevî vê nexweşiyê we karî pêş ve biçin û pêgeha xwe biparêzin.”

Mesrûr Barzanî bang li ciwanan kir û got, bi şiyana we Herêma Kurdistanê dê “bibe navendek ji bo aborî û bazirganî li Iraqê û navçeyê” û  di vê çarçovê de piştevaniya xwe bo ciwanan dûpat kir.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku ew kar û xebatên xwe berdewam dikin ji bo ku pêşerojeke geştir ji bo ciwanan pêk bînin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst