Ji ber bihabûna goştê sor xelk berê xwe dide masiyan

03-11-2021
Abdulselam Akinci
Ji ber bihabûna goştê sor xelk berê xwe dide masiyan
Ji ber bihabûna goştê sor xelk berê xwe dide masiyan
Nîşan Bakurê Kurdistanê Amed Masî Goştê Sor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bazaran yek ji nîşaneya zivistanê geşbûna tezgahên masîvana ne. Masî ew cûrê xwarine ku hem ji bo tehma xwe, hem ji bo tendirustiyê tê tercîh kirin. Lê li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê ji ber nirxê yê erzan weke xwarina zivistanê ji aliyên feqîran ve di şûna goştê sor de  dihat tercîh kirin. Lê îsal li gel ku nirxê goştê sor zêdebûye xelk nikarin goşt bistînin de nirxê mesiyan jî gelek zêde ye, ji vê sedemê jî li Amedê masîvan ji bihayê masiyan û kêmbûna karê xwe gilîdar in. Wate ji bo xelkê ku goştê sor ji bo wan xurê xewnên şavabûn re mesî jî bi hêsanî bidest nakevin.

Bi destpêka zivistanê re li Amedê tezgahên masîvanan bi cûrbecûr masiyan geş bûn. Li gor Amarên Saziya daneyan (TUÎK) li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê kesek kêm zêde  salane 7.6 kîlo masî serf dikin. Lê li bajarên Kurdan ev rêje salane dikeve binê yek kîloyek. Li gel masiyên çem û bendevan li Amedê jî mesiyên Behra Reş û Marmarayê tên firotan.

Masîvan Veysî Bozyil got “Ez masîvanê Çemê Dîcleyê me. Nêzîkî sîh sal in nêçîra masiyan dikim. Masiyên me erzan in van rojan zêdetir tê firotan. kîloyek goşt bûye 85 lîre. Dîsa kîloyek mirîşk bûye 17-20 lîre. Mesiyê mey ê herî erzan kîloya wî bi deh lîra ne.”

Li gor Amarên Saziya Daneyan (TUÎK) li Tirkiyê di sala 2020an de hilberîna berhemên binavê li gor 2019an ji sedî 6.1 kêm bûne û bi giştî berhemanîn daketiye 785 hezar û 811 tonî. Ji vê reqemî ji sedî 37.1 bi rêya nêçîriyê masiyên behran, ji sedî 5 bi rêya nêçîriyê berhemên din yên xwarinê yên binavê, ji sedî 4.2 bi rêya nêçîrê berhemên çem û bendavan, ji sedî 53.6 jî berhemên bi rêya hilberandinê bûne. Li gor 2020an îsal hêviya zêdetir berhem tê kirin lê li gel wî li bazara masiyan mesîvan jî gilîdar in.

Masîvan Fazil Çelîk dibêje “Wa kîloyek hemsî bûye sîh lîre, kîloyek çûpra bûye 50-60 lîre. ev xurekên din in, xwarin û vexwarin e, kirê ye û vir de wê de tiştên din in xelk nikarin debara xwe bikin.”

Li gor lêkolînan Kurd zêdetir hezkerên goşt in. Di vê heyama ku  nirxê goştê sor gelek zêde bûye de jî her çendî welatî ji neçariyê zêdetir goştê mirîşk û masiyan tercîh bikin jî, li Amedê ji ber zêdebûna nirxê cûrê masiyan xelk ji tezgahên masîvanan jî xwe dûr dixin.

Masîvan Sidîq Ozmen ragihand “Ji ber nirxê xwe yê erzan masiyên ku zêdetir tên firotan alabalix e, îstavrît û hemsî ne. Çimkî vana hinek erzantir in û xelk dikarin vana bistînin.”

Emlakvan Îrfan Gurhan dibêje “Gelek mirovê me li vira nikarin goşt bistînin, mecbûrî ji ber erzantir e mesî tercîh dikin.

Qehwecî Hesîp Ûlam diyar dike “Herkes nikarin goştê sor bistînin.Goştê sor ne karê feqîr û fiqara ne.”

Avahîsaz Nûredîn Gurelî  “Masî feqîr jî dikarin bistînin. Ji 10 lîreyan, heta 20 lîreyan, heta 30 lîreya, heta 50 lîreyan jî masî hene. Lê goşt ne wisa ye goşt biha ye.”

Serfkar vêga li benda erzanbûna nirxê masîyan in, heke nebe jî sifreya welatiyan weke bêparbûna ji goştê sor yê ji cûre masiyan jî bêpar bimînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst