DEDAŞ: Em elektrîkê nadin cotkarên ku deynê xwe nedin

03-11-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya DEDAŞê ku li Bakurê Kurdistanê ji ber qutkirina elektrîkê gelek caran rastî nerazîbûnan tê gef li cotkarên parêzgeha Mêrdînê xwar û got: “Eger cotkar deynên xwe nedin sala bê em elektrîkê nadin wan.” 

Endamên Lijneya Rêveberiya Kompanya Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) û Kompanya Firotina Giştî ya Elektrîkê ya Dîcleyê (DEPSAŞ) derbarê sedemên qûtkirina elektrîkê û nerazîbûnên cotkaran de civîneke online saz kirin.

Seroke Lijneya Rêveberiya Kompanya Elektrîkê ya Dîcleyê Mehmet Atalay, Rêveberê  Giştî yê DEDAŞê Yaşar Arvas û Rêveberê Giştî yê Enerjiyê DEPSAŞê Murat Karaguzel û gelek rojnamevan beşdarî civînê bûn.

Di civînê de derbarê rêjeya elektrîka "qaçax û wenda" de zanyarî hatin dayîn û li gor amarên ku hatine belavkirin li herêmê rêjeya elektrîka "qaçax û wenda" ji sedî 76 daketiye ji sedî 46an.  

Atalay li ser pirsa rojnamevanekî gefa qûtkirina elektrîkê li cotkaran xwar û got: "Li Mêrdînê 6 hezar û 500 cotkar hene û hejmara kesên fatureyên xwe didin di navbera 600 û 700 kesan de ye. Ji bo dayîna xizmeta elektrîkê bedêlek heye. Em li vir careke din radigihînin. Em sala bê  elektrîkê nadin cotkarên ku deynê xwe nadin. Em nikarin bidin. Êdî hêza me nemaye. Eger deynê xwe nade bila çandiniya xwe neke. Bila keda wan vala neçe."

Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê demeke cotkar derbarê DEDAŞê de nerazîbûnê pêşan didin û gelek caran bi çalakiyan jî kiryarên DEDAŞê hatine protestokirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst