Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Desteya Rêveberiya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Muhsin Tahir û Endamê Desteya Rêveberiya Partiya Pêşverû Ehmed Berekat hilbijartinên Amerîkayê û polîtîkaya wî welatî li hember Kurdên Rojavayê Kurdistanê nirxandin.
Peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fetah derberê hilbijartinên Amerîkayê û bandore bo ser Rojavayê Kurdistanê de dîbeytek taybet ligel Endamê Desteya Rêveberiya PDK-Sê Muhsin Tahir û Endamê Desteya Rêveberiya Partiya Pêşverû Ehmed Berekat pêk anî.
Ehmed Berekat hilbijartinên Amerîka û hevrikiya Joe Biden û Donald Trump li ser seroketiya wî welatî û bandora her yek ji wan li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê nirxand û got ku di serdema Trump de gelek tevliehvî li Rojavayê Kurdistanê rû dan.
Berekat dibêje ku li Rojavayê Kurdistanê, Trump nebû piştgir ji doza Kurdî re.
Muhsin Tahir jî bihevnerîn bû ligel Berekat ku rêveberiya Trump ji Kurdan nebû alîkar û tekez kir ku ya girîng ji Kurdan, kî serok be, divê peywendiya xwe bi Rojavayê Kurdistanê re hebe da ku careke din ti êrîş bi ser xelkê wê de neyê kirin.
Tahir diyar kir ku Trump siyaseta Amerîkayê berevajo kir û cîhan jî tevlîhev kir û wiha pê de çû: “Di mijara siyaseta derve ya Amerîkayê de ti cudahiyeke zêde di navbera herdu partiyên wî welatî de nîne. Trump dibêje em dê xwedî li Amerîkayan derbikevin. Ew pesnê xwe dide ku dibêje ku wî 10 milyon kes kirine xwedî kar û zêdeyî milyonek kompaniyên biçûk ava kirine. Ev herdu tişt ji wî re têne tomarkirin.”
Îro sêşemê, dengdana giştî di hilbijartinên serokatiya Amerîka de bi rêve diçe û rikeberiya sereke ji bo posta çar salên bê yên Amerîka, di navbera berbijêrê Partiya Demokrat Joe Biden û berbijêrê Partiya Komarî Donald Trump de ye.
Hilbijartina vê carê ya serokatiya Amerîkayê wek hilbijartineke cuda tê dîtin ku zêdetir ji hilbijartinên berê bûye sedema dabeşkirina xelkê bi ser du eniyan de.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse