Taşçîer û Bucak hilbijartinên Amerîkayê û polîtîkaya wê ya li hember Kurdan dinirxînin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Îmam Taşçier û Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak hilbijartinên Amerîkayê û polîtîkaya wî welatî li hember Kurdan nirxandin. Îmam Taşçier dibêje ku yekitiya Kurdan dê nêrîna Amerîkayê jî zelal bike. Sertaç Bucak jî dibêje Kurd ji bo Amerîkayê li Rojhilata Navîn aktoreke sereke ne.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Amedê Maşallah Dekak derberê hilbijartinên Amerîkayê de dîbeytek taybet ligel Parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier û Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak pêk anî.

Îmam Taşçier diyar kir ku di heyama 10 salan de çend caran siyaseta Amerîkayê li hemberî Kurdan hate guhertin û got: “Polîtikaya Amerîkayê 50-100 salan berdewam dibe. Lê li Rojhilata Navîn gelek zû guhertin çêbûn, ji ber wê jî polîtikaya rojane çêbû. Di van heyamên dawiyê de Amerîkayê hem li hemberî Kurdan û hem li hemberî Tirkiye, Iraq û Sûriyê 10 caran polîtikaya xwe guhert. Polîtîkaya Amerîkayê ya derve Pentagon diyar dike.”

Bi gotina Taşçier Amerîka baş dizane Kurd li Rojhilata Navîn aktoreke sereke ne û ji bo li herêmê xwedî rol bin pêwîstiya wê bi Kurdan heye.

Sertaç Bucak jî amaje bi wê yekê kir ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê dostên stratejîk ên Amerîkayê ne û got: “Amerîkayê ev siyaseta xwe eşkere jî kiriye. Amerîkayê di heyama Sedam Husên de piştevaniya Kurdan kir û ew piştevanî heta niha jî berdwam e. Li Rojavayê Kurdistanê jî heman tişt heye. Hûn bixwe jî dizanin li wê derê Amerîka beşdarî siyasetê bûne û dixwaza Diyaloga Kurdî-Kurdî bibi serî. Li Rojhilata Navîn Amerîkayê pêwîstî bi dostên stratejîk û di vê çarçoveyê de Kurdan roleke girîng hene, ji ber ku Kurd li herêmê bûne aktoreke girîng. Pirsa Tirkiyê cuda ye, ji ber ku ew endamê NATOyê ye. Her çend Biden berî niha gotibû ku ew siyaseta Erdogan qebûl nakin, ew tişteke din e.”

Bucak diyar kir ku Amerîka dixwaze pirsa kurd li Tirkiyeyê jî çareser bike û wiha pê de çû: “Ez di wê baweriyê de me niha Amerîka siyaseteke wiha rêve dibe ku xizmeta Kurdên li Rojava û Başûrê Kurdistanê dike. Kurdistana Bakur jî dikare bandoreke wisa bike ku li vê derê pêvajoya çareserkirina pirsa Kurd bi awayeke aştiyane û demokratîk bimeşe. Îro Tirkiye ne tenê li hemberî Kurdan herwiha li hemberî Amerîkayê jî dengê xwe bilind dike. Herwiha helwesta Tirkiyê li nav NATOyê jî bûye cihê dilgiraniyê û di demên pêştir de Amerîka dê helwesta xwe derbarê Tirkiyê de nîşan bide.”