Li Wanê 100 dikan şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bazareke bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê şewat derket û di encamê de 100 dikan bi temamî şewitîn û bûne xwelî.

Li qezaya Qelqelî ya ser bi parêzgeha Wanê ve, îro Sêşemê 3ê Mijdara 2020an, agir bi bazarekê ket û di nava 3 demjimêran de, 100 dikan bi temamî şewitîn. Li wê bazarê nêzîkî 200 dikan hene û agir hêj nehatiye kontrolkirin û metirsî heye ku agir derbasî dikanên din be jî.

Hewldanên tîmên agirvemirandinê bo kontrolkirina agir berdewam in.

Ji ber ku bazar mezin e û agir bi awayekê bilez li dikanên bazarê belav dibe, ji bilî tîmên agirvemirandinê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji bajar û bajarokên din ên ser bi Wanê ve jî 15 otomobîlên din ên agirvemirandinê û tîmên taybet gihîştine Qelqeliyê.

Bazara ku şewat lê derketiye, taybet e bi kelûpelên ekseswarat û keleûpelên navmalê, herwiha gelek ji dikanên wê bazarê yariyên agirîn difiroşin, ku ew yek jî yek ji sedemên bilez belavbûna agir li bazarê ye. Teqîna berdewam a yariyên agirîn bûye sedem ku hewlên tîmên berevaniya sivîl û tîmên agirvemirandinê ji bo kontrolkirina agir hêdî bin.

Derbarê sedema şewatê de, Serokê Fermangeha Berevaniya Sivîl a Wanê, Abdulîlah Arvas ragihandiye, bi egereke herî zêde agir ji ber kontakta elektrîkê çê bibe.

Abdulîlah Arvas herwiha diyar kiriye, tîmên berevaniya sivîl berdewam in li ser lidûvçûnê û lêkolînên xwe bo zanîna sedema derketina şewatê berdewam in. Arvas destnîşan kir, ew dê raya giştî ji encamên lêkolînan agahdar bikin.

Xwedanên dikanên wê bazara ku şewat lê derketiye, di asteke navendî de ne û bi gotina wan, şewata îro ya li bazarê dê bandoreke pir xirab li rewşa wan a darayî bike û beşek ji wan jî dê bikevin bin bare deynan.