Nêrînên xelkê Amedê li ser hilbijartinên Amerîkayê

Hewlêr (Rûdaw) - Wek hemû cîhanê çavê Kurdan jî li her çar perçên Kurdistanê li Amerîkayê ye û li bendê ne ka kî dê bibe serokê wî welatê ku di siyaseta cîhanê de çarenivîssaz e.

Xelkê Amedê jî li ser hilbijartinên Amerîkayê nêrînên xwe derbirîn û yek ji wan hemwelatiyan di wê baweriyê de ye ku “ji bo Kurdan tiştek naguhere û her serokê tê Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne. Biden were baştir e ji bo Kurdan.”

Hemwelatiyekî din jî dibêje Trump “ji bo Kurdan baş e, li Rojava û her derê piştgiriyê dide Kurdan. Lewma dixwazim Trump bibe Serok.”

Hemwelatiyekî din jî balê dikişîne ser siyaseta Trump a “nakok” li Rojavayê Kurdistanê û dibêje, “Li aliyekî çek ji bo Kurdan dişand û li aliyekî rê dida dagirkeran û çûn li Kurdan xistin. Lê dîsa jî ez dibêjim Trump serbikeve baştir e.”

Roja Sêşemê, dengdana giştî di hilbijartinên serokatiya Amerîka de bi rêve diçe û rikeberiya sereke ji bo posta çar salên bê yên Amerîka, di navbera berbijêrê Partiya Demokrat Joe Biden û berbijêrê Partiya Komarî Donald Trump de ye.

Hilbijartina vê carê ya serokatiya Amerîkayê wek hilbijartineke cuda tê dîtin ku zêdetir ji hilbijartinên berê bûye sedema dabeşkirina xelkê bi ser du eniyan de.