Nêçîrvan Barzanî êrîşên li Viyena û Kabulê şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê herdu bûyerên Viyena ya paytexta Nemsa û Kabul a paytexta Efxanistanê şermezar kir û ragihand, “êrîşê îsbat kir ku hêj alîkariya navdewletî pêwîst e ji bo jinavbirina DAIŞê û rûbirûbûna terorê li seranserê cîhanê.”

Nêçîrvan Barzanî di du twîtên cuda de amaje bi herdu bûyerên li Viyena û Kabulê kiriye û herdu êrîşan şermezar dike, ku di êrîşa li Viyenayê de 4 kes û di êrîşa li Kabulê de jî 22 kes hatine kuştin.

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa li Viyenayê de dibêje: “Vê êrîşa terorîstî şermezar dikim, ku êvara duh li Viyenayê hemwelatî têde bûne armanc û têde hejmarek kesan canê xwe ji dest dan, hejmarek din jî birîndar bûn. Sersaxiyê ji malbatan re dixwazim û hevbeşê xema wan im. Hêvî dikim birîndar zû baş bibin.”

Di twîteke din, Nêçîrvan Barzanî derbarê êrîşa li Kabul a paytexta Efxanistanê de jî dibêje, êrîa terorîstî ya DAIŞê bo ser zanîngeha Kabulê şermezar dikim û sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazim.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha dibêje, “êrîşê îsbat kir ku hêj alîkariya navdewletî pêwîst e ji bo jinavbirina DAIŞê û rûbirûbûna terorê li seranserê cîhanê.”

Polîsê Nemsayê belav kiriye, ku di êrîşa şeva bihorî de, 4 kes hatine kuştin û çend kes jî birîndar bûne. Rawêjkarê Nemsayê jî êrîş weke êrîşeke terorîstî bi nav kiriye.

Yek ji kesên gumanbar ê êrîşa şeva bihorî, ji aliyê hêzên polîs ên Nemsayê ve hatiye kuştin.

Li Kabul a paytexta Efxanistanê, êrîşek bo ser zanîngeha wî bajarê hatibû pêkanîn, ku  di êrîşê de 22 kes hatibûn kuştin.