Rêkeftina PDK û YNKê

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi rêya du civînên çapemeniyê hevdû bi cîbicîhnekirina rêkeftinên navbera wan tohmetbar kirin, bi taybetî derbarê tejînekirina postên hikûmetê de.

PDK û YNK, bi riya konferansên rojnamevanî, hevdû bi cîbicînekirina rêkeftina du alî tometbar dikin.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed amaje bi wê yekê dide ku YNK bi xwe sedema tejînekirina pişkên xwe yên di hikûmetê de ye.

Mehmûd Mihemed jî ragihand ku YNKê tu kandîd ji bo wan postan pêşkêş nekirine û nedibû ku YNK li ser medyayan gazin kiribûna, ya baş ew bû ku bi awakî raste rast daxwaza civînan li wan kiriba.

Di civîneke çapemeniyê de Berdevkê YNKê Letîf Şêx Umer bersiva Berdevkê PDKê da û ragihand ku ji destpêka pêkanîna Kabîneya Nehem ve tenê navê yek berbijêrên xwe pêşkêş kirine, lê biraderên PDKê qebûl nakin bi hinceta ku axaftinên şaş kirine.

PDKê berî ragihandina Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkeftineke siyasî û îdarî ligel YNKê îmze kirin, wan herdu rêkeftinan astengên li ber pêkanîna hikûmetê nehiştin û rêkeftinek jî derbarê danîna parêzgarekî Kurd de bo Kerkûkê îmze kir, lê belê hilweşandina Encûmenên Parêzgehên Iraqê, cîbicîhkirina vê rêkeftinê zêhmet kir.