Li Tirkiye diz û mafya têne efûkirin lê girtiyên siyasî nayên berdan

Amed (Rûdaw) - Hikûmeta AK Partiyê di hêla reformên darazê de yekemîn pêngav avêt û pakêta duyemîn a reforman jî dê heta serê salê derxe.

Li gorî van pakêtan dê 129 hezar girtî ji girtîgehan bêne azadkirin. Lê girtiyên siyasî yên kurd ku hejmara wan nêzî 10 hezar e, li derveyî vê pakêtê têne hiştin. HDPî dibêjin MHP û AK Partî dixwazin bi vê pakêtê re rêberên mafyayê yên weke Aladîn Çakici azad bikin. Hiqûqnas jî vê pakêtê li derveyî wekheviyê dibînin.

Necîme Yaşaer ev 6 sal in ji hevjînê xwe Hîda û ji kurê xwe Silhedîn dûr e. Lewre kurê wê 13 sal û hevjînê wê jî 10 salan ji doza KCKê cezayê girtîgehê xwariye. Ew sebra xwe bi wêneyên wan ên girtîgehê tîne.

Beriya heftiyekî jî ew wisa bawer bû ku dê bi pakêta reforman a darazê re hevjîn û kurê wê ji girtîgehê bên berdan. Lê ev daxwaza wê ji dîrokeke nediyar re ma.

Xizma girtiyên siyasî Necîme Yaşaer ji Rûdawê re got: “Em dema ji herdu zarokan re qala kalê wan dikin weke ku xewnên şevan bibînin. Hêj kalê xwe û apê xwe nedîtine. Dema ku tu lêborînek derxî divê tu ji hemûyan re bikî. Tu ji çeqel û çiqûlan re lêborîn derdixî lê tu ji girtiyên siyasî re naynî. Ma wisa dibe?”

Yekemîn pêngava reforma di darazê de ji aliyê hikûmetê ve hate avêtin. Pakêta duyemîn a darazê jî dê heta serê salê derkeve. Lê di vê pakêtê de jî tenê kesên ji dizî, sextekarî û kuştinê hatine girtin tên berdan. Girtiyên siyasî ku di ser 5 salan re ceza xwarine nayên berdan.

Hevserokê HDPê li Amedê Zeyad Ceylan jî dibêje: “Aladîn Çakici û kesên din ên ku ji mafyayê, çeteyê û karên qirêj di zindanan de ne, herhalde dixwazin bi vê pakêtê wan ji zindanan derxin. Ku ew jî nêzî AKP û MHPê ne. Piranî jî nêzî MHPê ne.”

Li gorî Baroya Amedê ev pakêt li derveyî pîvana wekheviyê ye. Di hêla hiqûqî de jî azadnekirina girtiyên siyasî yên Kurd cotestandardî ye.

Derbarê mijarê de Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin wiha axivî: “Divê ev pakêt wekheviyê biparêze. Ev pakêta ku dixwazin derxin, divê bê ferq û cudahî ji bo hemû girtiyan be. Heke na tu wateya wê namîne û di nava demeke kin de dê dîsa heman tişt dubare bibin.”

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 284 hezar kes girtî ne. Bi derxistina pakêta duyemîn re pêşî dê 93 hezar kes û piştre jî 36 hezar kes ji girtîgehan bên berdan. Lê 10 hezar girtiyên Kurd ên siyasî ku bi terorê tên tometbarkirin, dê ji vê pakêtê tu sûdek wernegrin.