Serê Kaniyê: Bajar ji çekdaran re, kamp ji xelkê re!

04-11-2019
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Ji ber êrîşên Tirkiyê û grûpên çekdar, xelkê Serê Kaniyê koçber bûne.
Ji ber êrîşên Tirkiyê û grûpên çekdar, xelkê Serê Kaniyê koçber bûne.
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Serê Kaniyê Heseke Tirkiye Çarenivîsa Rojava
A+ A-

Heseke (Rûdaw) - Xelkê Serê Kaniyê ku ji ber êrîşên Tirkiyê derbider bûne, niha li kampekê li Hesekê dijîn, ew dibêjin ku mal û milkên wan hatiye talankirin û êdî ji tirsa jiyana xwe nikarin vegerin bajarê xwe. Herwiha zarokên Serê Kaniyê jî ku ji Rûdawê re axivîn dibêjin, ji ber şer tirsiyane û nikarin biçin dibistanê, ew dixwazin careke din vegerin dibistanê û bi hevalên xwe re bixwînin û bilîzin.

Koçberiya bi zorê ya sivîlên Serê Kaniyê, cîrokên cuda li xwe digire, koçberiya ku ji ber êrîşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve bo ser Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye.

Piştî ku artêşa Tirkiyê êrîşên xwe bo ser bajarê Serê Kaniyê zêde kirin, xelkê sivîl û xwediyên resen ên bajêr ji tirsa canê xwe koçber bûn û ji bajarê xwe derketin û terka mal û milkên xwe kirin.

Hejmareke zêde ya xelkê Serê Kaniyê koçberî bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bûne û niha li kampekê dimînin, di demekê de ku bajarê wan di destê çekdarên girêdayî Tirkiyê de ye û malên wan hatine talankirin.

Di bin her konekî de 7‪ malbat û 1‪9‪ zarok hene, ev xatûna kurd ne bê mal e, xwedî milk û mal e, lê jiber hatina çekdarên ser bi Tirkiyê ve mala wê hatiye talankirin û ew di kampekê de la devera Tiwêna li bajarê Hesekê dimîne.

Arîc Sîno ku ji ber êrîşa Tirkiyê ji Serê Kaniyê koçber bûye, ji Rûdawê re dibêje: “Serê Kaniyê bi xwe bêhna me lê derdiket,tiştê me li wir bûn , zarokê me digrîn dibêjin emê kengî vegerin, em her roj ji wan re dibêjin, îro û sibe.”

Ev yekemî kamp e ku ji bo penaberên Serê Kaniyê tê avakirin, heya niha tenê

1‪0‪ kon hatine vegirtin, biryare sê hezar malbat li wê kampê bicîh bibin

Zarokekî koçber ji Rûdawê re diaxive û dibêje: “Balafir li ser serê me diçûn û fîşek davêtin, mala me xweş e, em têde mezin bûne, niha em naçin dibistanê, li wir em diçûn, pir xweş bû.”

Ji destpêka êrîşa Tirkiyê ve, rêxistinên civaka sivîl ên navdewletî xwe dane alî, rêxistinên xwecihî kar dikin lê karînên wan sînordar in.

Rêveberiya Xweser ya ku serpereştiya kampê dike, rêveberên navendên penaberan kom kirine û çawaniya veguhestina penaberan ji dibistanan bo kampê gotûbêj dikin.

Berpirsê Karûbarên Dibistanan, Xalid Ibrahîm radigihîne: “Niha tenê Rêveberiya Xweser kar dike, UN dibêje, em nikarin kar bikin ji bo vê kampê, ev yek girêdayê biryarên siyasî ne, rêxistinên navnetewî ji vir çûne, tenê yên xwecihî ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst