Mazlûm Kobanî bo Makwan Emîrxanî: Bibe dengê me li cîhanê

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di peyamekê de spasiya Boksorê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê, Makwan Emîrxanî kir.

Mazlûm Kobanî li ser twitterê spasî û destxweşiyê li Boksînerê Kurd Makwan Emîrxanî dike, û dibêje, “em hêvîdarin tu bibî dengê Kurdan li hemû cîhanê.”

General Kobanî ji Makwan Emîrxanî re wiha nivîsiye: “Silavên min hene bo wê wêrekiya te û hêviya serkevtinê ji te re dixwazim. Em hêvî dikin ku tu bibî dengê me li hemû cîhanê, daku rê li hewlên paqijiya nejadî û guherîna demografîk bê girtin, ku Kurd niha li bakurê Sûriyê û Rojava rastî wê hatine.”

Peyama General Mazlûm Kobanî bo wî werzişvanê Kurd û pehlevanê Boksîngê yê ji Rojhilatê Kurdistanê piştî wê yekê hat, ku Makwan Emîrxanî li dijî êrîşa Tirkiyê, piştgiriya xwe bo Rojavayê Kurdistanê aşkere kir.

Makwan Emîrxanî werzivanekî Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê ye û li bajarê Kirmaşanê ji dayik bûye, niha temenê wî 30 sal e û li Finlandayê dijî.

Ji ber wê asta bilind a ku di rikeberiyên cîhanî û ewropî de pêşkêş dike, Makwan kariye Ala Kurdistanê bibe nav hemû pêşbirêkan û niha bi hezaran alîgirên wî li Finlandê û Ewropayê hene.