Hêzên çekdar li Efrînê ciwanekî Kurd revandin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên çekdar ên opozsiyona Sûriyê li Efrînê ciwanekî Kurd revandiye û daxwaza pereyan ji malbata wî dikin.

 

Welatiyekî ji Efrînê ragihand ku hêzên çekdar ên opozisyona Sûriyê, ji roja Pêncşemê ve, li nahiyeya Şiyê ya ser bi Efrînê, ciwanê Kurd ê bi navê Mihemed Xelîl Emmê revandiye û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

 

Bi gotina welatiyê ji Efrînê, li beramber serbestberdana Mihemed Xelîl Emmê, çekdaran daxwaza 10 hezar dolarî ji malbata wî kiriye.

 

Ji 18ê Adara 2018an ve, çekdarên opozisyonê bi piştgiriya Tirkiyê gelek binpêkirinan li dijî welatiyên Efrînê encam didin, êdî wan direvînin û îşkence dikin û dest datînin ser mal û milkên wan.