Serokê Egîtîm-Sen a Dêrsimê dest bi gireva birçîbûnê kir

Dêrsim (Rûdaw) – Serokê Baskê Sendîkaya Perwerde û Mamostayan (Egîtîm-Sen) a Dêrsimê, Suleyman Guler li hemberê ji kar avêtina karmendên mîrî li avahiya sendîkayê dest bi gireva birçîbûnê kir. Guler diyar kir, heta ku hevalên wî yên ku ser bi Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Mîrî (KESK) venegerin ser kar, ew dê gireva birçîbûnê berdewam bike.

 

Îro pênşemî Serokê Egîtîm-Sen a Dêrsimê Suleyman Guler li avahiya sendîkayê dest bi gireva birçîbûnê kir. Guler, armanca çalakiya xwe wekî bertek li dijî ji kar avêtina karmendên mîrî bi nav dike û desnîşan dike, ku ew jî di nav de heta ku hemû hevalên wî yên ser bi KESKê venegerînin ser kar, ew dê gireva birçîbûnê berdewam bike.

 

Guler di gireva birçîbûnê de dê tenê av, şekir û xwê werbigire û herwiha dê bi şev û roj li avahiya sendîkayê bimîne.

 

Di 30yê Cotmehê de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi fermana Hikûmeta Tirkiyê û bi Biryarnameyên Bi Hukmê Qanûnî, 10 hezar û 482 karmendên mîrî, ji pizîşk, mamoste, hîndekar û burokrat bi îdia û hinceta ku peywendiya wan bi PKKê û civata Fethullah Gulen re heye ji kar hatine avêtin.

 

Li Dêrsimê, 155 karmend ji kar hatin avêtin ku 130 ji wan endamên KESKê ne. Karmendên ku li Bakurê Kurdistan û Dêrsimê hatin avêtin bi piranî endamên KESKê bûn. Wate bi hinceta ku peywendiya wan bi PKKê re heye, karmend ji kar hatin avêtin.

 

Serokê Egîtîm-Sen a Dêrsimê, Suleyman Guler têkildarê çalakiya xwe ya gireva birçîbûnê ji Rûdawê re axivî û got:

 

"Wekî takekesî îro min dest bi gireva birçîbûnê kir. Mişextkirin û ji kar avêtina hevalên me yên karmend berdewam dike. Li Dêrsimê 155 karmend ji kar hatin avêtin ku 130 ji wan hevalên me yên endamên KESKê ne. Heta niha hêj 39 hevalên me jî ji kar dûrxistî ne. Êriş her diçe berfirehtir dibin. Ji bo vegerandina hemû karmendên mîrî yên ku ji kar hatine avêtin û ji kar hatine dûrxistin min îro dest bi gireva birçîbûnê kir. Em dibînin ku welat roj bi roj ber bi tarîtiyê ve diçe. Lewra min jî xwast ku daxwazên xwe û hevalên xwe bi gireva birçîbûnê bînim zimên. Heta ku hemû hevalên min venegerînin ser karê wan ez ê vê girevê berdewam bikim."