Ji Kejê peyameke cuda

Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêja kurd Kejê Esed got, ew dixwaze bi klîba xwe ya nû peyameke cuda bide.

Stranbêja kurd Kejê Esed ji Rûdawê re wiha got: “Strana min a herî dawî dê weke sirûdî be. Ev ji yên beriya niha cudatir e. Ez dixwazim peyameke nû bidim.”


Gotinên stranê ji aliyê Ebdurahman Belafe ve hatiye nivîsandin awaz jî ji aliyê Hawta Esed ve hatiye amadekirin.


Kejî diyar kir ku amadekariyên klîbe berdewam e û got: “Me planeke baş daniye. Hevdîtinên me bi şirketeke muzîkê re hene.”


Piştî belavkirina klîbê Kejê dê dest bi amadekariya albûma xwe ya yekem bike.