Galeriya wêneyan

03-11-2015
11 Photos
Sitare Salarî

Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Rojavayê Kurdistanê ber bi bajarokê Holê ve diçin û tenê 8 km ji wan re maye ku wî bajarokî ji destê DAIŞê derxînin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ku YPG û YPJê jî li xwe digire, 31 Cotmehê li rojhilat û başûrê bajarê Hesekê operasyonek bo derxistina bajarokên Holê, Şedadê û Mergeda ji destê çekdarên DAIŞê dest pê kirin.

Grûpek ji wê hêzê li nêzîkî Çiyayê Şingalê li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye û tenê 8 km dûrî bajarokê Holê ne.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk 12ê Cotmehê hat avakirin û ji YPG û YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Sûryanî, Volkana El-Furat, El Senadîd, Artêşa El Suwar û hinek komên din ên leşkerî pêk hatiye.
.