Şandeke hikûmeta Tirkiyeyê gihîşt Hewlêrê

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke hikûmeta Tirkiyeyê bi serokatiya Şêwirmendê Wezareta Derve ya wî welatî Ferîdûn Sinirlîoglu gihîşt Hewlêrê.


Li gorî agahiyên Rûdawê, Sinirlîoglu û şanda pê re dê bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re rûnên.


Hatina vê şanda hikûmeta Tirkiyeyê ji ber wê yekê balkêş e ku ji destpêka êrişên DAIŞê li dijî Başûrê Kurdistanê, ev cara yekem e şandeke tirk bi fermî serdana Herêma Kurdistanê dike.


Li ser helwesta Tirkiyeyê li hember êrişên DAIŞê li dijî Başûrê Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotibû, em li bendê bûn Tirkiyeyê zêdetir alîkariya me bike.


Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên jî ji Rûdawê re gotibû, di şerê DAIŞê de Tirkiyeyê em bêhêvî kirin.