Ayşegul Doganê li ser êrişa li nûçegihanê Rûdawê: Ev pratîk ne ya partiya me ye!

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li ser êrişa ku li Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk hatiye kirin got, “Nabe ku ti kes rastî helwesteke wisa were û ev pratîk ne ya partiya me ye.”

Nûçegihanê Rûdawê yê Stenbolê Rawîn Stêrk doh dema li Saziya Tipa Dadê ya Stenbolê nûçeya cenazeyê girtiyê Kurd ê nexweş Abdulkadir Kuday dişopand rastî êrişa endamekî DBPyê hat.

Ev êrişa li Rawîn Stêrk di serî de ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ve û gelek aliyên ve bû cihê bertekê.

Tevî Bakirhan û çend berpirsên din ên DEM Partiyê, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê jî acizbûna xwe ya ji ber êrişa li Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk nîşan da.

“Ez gelekî pê êşiyam”

Ayşegul Dogan bi Rawîn Stêrk re pêwendî danî û piştgiriya xwe anî ziman.

Doganê da zanîn ku ew niha derveyî welêt e û got:

“Min li vîdeoyê temaşe kir û ez gelekî pê êşiyam. Nabe ku ti kes rastî helwesteke wisa were.

Ev pratîk ne ya partiya me ye û em qebûl jî nakin.

Divê rojnameger wekî pireke yekrêziyê ya di navbera Kurdan de bin.

Gelekî derbasî be û ez dixwazim tu bizanî ez pişta te digirim.”

Ayşegul Doganê her wiha eşkere kir ku ew bi Alîkarê Hevserokê Giştî yê Çapemeniyê yê DEM Partiyê Tayyîp Temel re axiviye.

Doganê daye zanîn ku Temel jî gotiye ew helwest nayê qebûlkirin.

“Em dê daxuyaniyê bidin”

Berdevka DEM Partiyê tekez kir ku ew naxwazin rojnameger di dema karê xwe de rastî tiştên wisa werin û wiha domand:

“Ez bixwe li derveyî welat im lê hevalên me dê daxuyaniyekê bidin û Birêvbiriya Navendî ya Partiyê dê hişyariya pêwîst bide wî kesî.”

Çi bûbû?

Girtiyê Kurd ê nexweş Abdulkadir Kudayê ku tevî nexweşiyên xwe nedihat berdan li Girtîgeha Metrîsê ya Stenbolê koça dawî kir.

Birayê Abdulkadir Kuday ê bi navê Salîh Kuday xebera ne xweş a mirina birayê xwe ji Rûdawê re jî ragihand.

Salîh Kuday dabû zanîn ku ew dê cenazeyê birayê xwe ji Stenbolê bibe navçeya Qoserê ya Mêrdînê.

Nûçegihanê Rûdawê yê Stenbolê Rawîn Stêrk duh dema li Saziya Tipa Dadê ya Stenbolê nûçeya cenazeyê Abdulkadir Kuday dişopand rastî êrişa endamekî DBPyê hat.

Kesekî êrişî Rawîn Stêrk kir û wiha got:

“Rûdaw dê li vir weşanê neke. Polîs dikare weşanê bike lê Rûdaw nikare.

Tu nikarî li vir weşanê bikî. Polîs li vir erkê xwe bi cih tîne, weşanê dike lê tu nikarî.

Ev polîsên li vir jî ji we kêmtir tawanbar û sûcdar in. Ji ber wê hûn nikarin li vir daxuyaniyê bidin.

Destê xwe ji berîka xwe derxe.”