Nasnameyên 2 gerîlayan hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên du gerîlayên ku li Zapê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

HPGyê da zanîn ku gerîlayên bi nasnavên Şiyar Cûdî û Nûda Êriş Andok 4ê Îlona 2017an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya her du gerîlayan bi vî rengî ne:

Şiyar Cûdî: Navê wî yê fermî Ersîn Arvas e û ew ji Wana Bakurê Kurdistanê ye.

Nûda Êriş Andok: Navê wê yê fermî Denîz Bayar e û ew ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye.

HPGyê destnîşan kir ku Şiyar Cûdî 2007an û Nûda Êriş Andok jî 2015an tev li refên gerîlayan bûye.