Xelkê Gundikê Meliyê îro kevneşopiya xwe ya 300 salî pêk tîne

Hewlêr (Rûdaw) –  Xelkê Gundikê Meliyê ya parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê, îro dîsa kevneşopiya xwe ya 300 salî tîne cih.

Li Gundikê Melî yê Şirnexê kevneşopiyeke 300 salî heye ku îro hîn jî zindî ye.

Her sal roja pêncşema ewil a meha çiriya pêşîn, hemû gundî berê xwe didin Ziyareta Mele Derwêşê.

Ev kevneşopiyeke wisa ye ku mirov ne dikare bêje seyran e û ne jî dikare bêje tenê serdaneke olî ye.

Di vê ziyaretê de ji bo miriyan dia tên kirin û bi girseyî Quran tê xwendin û nimêj tê kirin.

Ji bilî vê jî xwarinên herî xweş tên çêkirin û hemû bi hev re dixwînin û li mêvanan jî tê belavkirin.

Kevneşopiyê piştî koça dawî ya Mela Dewrêş dest pê kiriye

Li gorî tê gotin, alimê Kurd Mela Dewrêş salên 1700î hatiye li gundê wan meletî kiriye û li wir wefat kiriye.

Di nav xelkên deverê de ziyareta Mela Dewrêş wekî Zêwa Mela Dewrêş tê binavkirin.

Di wê rojê de her maleke ku xwarin çêdike an jî qurbanan ser jê dike ji bo rihê miriyên xwe û rihê Mela Derwêş û wekî şîva miriyan ango xêra miriyan li beşdaran belav dikin.

Xelkê gund piştî wefata Mela Dewrêş her sal ev kevneşopiya xwe domandiye.

Îsal jî xelkê Gundikê Meliyê bi beşdariyeke zêde, vê kevneşopiya bav û kalan pêk tîne.

Li aliyekî jinên gund bi cîl û bergên Kurdî li ser kuçikan di qûşxaneyan de xwarinê çêdikin, li aliyekî din li ser gorên miriyan Quran tên xwendin û dia tên kirin.

Li hêlekeê xêr û xêrat li zarok û feqîran tên belavkirin û li hêla din jî bi cemaet nimêj tê kirin.