Jina Kurd a Ezidî li Xezeyê hat rizgarkirin: DAIŞê ew revandibû

Hewlêr (Rûdaw) - Jineke Kurd a Êzidî piştî zêdetirî 10 salan di ser revandina çekdarên DAIŞê re hat rizgarkirin û radestî xizmên wê hat kirin.

Li gorî lêkolînên Tora Medyayî ya Rûdawê ew jina Kurd a Êzidî li Xezeyê bûye.

Navê jina ku hatiye rizgarkirin Fewziya Emîn Seydo ye û ew 21 salî ye.

Fewziya Emîn Seydo ji nahiyeya Giruzêrê ya navçeya Beacê ye parêzgeha Nînowayê ye.

Birêvebira Giştî ya Karûbarên Jinên Rizgarbûyî ya Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Îraqê Serab Îlyasê ji Rûdawê re got:

“Fewziya li cem çekdarekî DAIŞê yê ji Xezeyê bûye.

Çekdar hatiye kuştin. Berî 4 salan dayîka çekdarê kuştî Fewziya bi xwe re biriye Xezeyê.”

Serab Îlyasê da zanîn ku wan piştî bidestxistina zanyariyeke girîng cihê wê li Xezeyê peyda kiriye.

Serab Îlyasê diyar kir ku wan Fewziya biriye Urdinê û roja çarşemê jî hatiye vegerandin ku niha li Şingalê li cem malbata xwe ye.

Fewziya Emîn Seydoya ku doh vegeriya nav malbata xwe, sala 2014an ji aliyê DAIŞê ve hat revandin û li çend welatan hat ragirtin.

Wezareta Karên Derve ya Îraqê di daxuyaniyekê de bêyî behsa Xezeyê bike ragihand, piştî zêdetirî 4 mehan ji hewldan û lêkolînên Wezareta Karên Derve ya Îraqê, Ajansa Îstixbarata Niştimanî, hevahengiya balyozxaneyên Amerîkayê yên Bexda û Umanê û rayedarên Urdinê jina Kurd a Êzidî hat rizgarkirin.

"Em vê gavê bi germî pêşwazî dikin"

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî yên Revandî Xeyrî Bozanî ji Rûdawê re got:

“Em vê gavê bi germî pêşwazî dikin.

Em spasiya her kesî dikin ku karibû di rizgarkirina jin û keçên Êzidî de alîkar bin yan jî hêsankariyê bikin."

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îraqê Fewziya Emîn Seydo doh êvarî bi hevahengî û çavdêriya rasterast a Wezîrê Karên Derve yê Îraqê vegeriya nav malbata xwe.

Ajansa Îstixbaratê ya Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan Fewziya Emîn Seydo bi hevahengiya Wezareta Karên Derve û Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Jinên Rizgarbûyî rizgar kir.

Li gorî Ajansê, lêkolînê dest pê kir piştî wergirtina zanyariyan hat zanîn ku Fewziya li welatekî herêmê ye, di dawiyê de sibeha çarşemê ber bi Bexdayê ve hat şandin û piştre radestî kesûkarên wê hat kirin.

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an li Şingalê komkujî li Kurdên Êzidî kir û 6 hezar û 417 kes revandin.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî yên Revandî Xeyrî Bozanî got, “Heta niha 3 hezar û 581 Kurdên Êzidî hatine rizgarkirin.”