Li Rojhilatê Kurdistanê kolberek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Newsûdê yê parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê kolberek hat kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku hêzên ewlehiyê li sînorê bajarokê Newsûdê gule kolberê bi navê Tariq Nezerî reşandine.

Li gorî Hengawê, Tariq Nezerî di êrişê de birîndar bûye û kesên li derdorê ew biriye nexweşxaneyê.

Tariq Nezerî li Nexweşxaneya Qudisê ya Paweyê ji ber giraniya birînên xwe miriye.

Tariq Nezerî bavê sê zarokan bû û xelkê bajarê Selas Bawecanê ye.

Ew kolberê Kurd şêniyê Ciwanroyê bû.