Amerîka: Haya me ji keçên din ên Êzidî yên li Xezeyê nîne

34 xulek berê
RÛDAW
Matthew Miller
Matthew Miller
Nîşan Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller Îsraîl Hemas Fewziya Emîn Seydo Şerê DAIŞê Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir ku haya wan ji wê yekê nîne ku keç û jinên din ên Êzidî yên li Xezayê nîne.

Keça Kurd a Êzidî Fewziya Emîn Seydoya 21 salî, piştî ku zêdetirî 10 salan ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin îro hat rizgarkirin û vegeriya nava malbata xwe ya li Şingalê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller bersiv da pirsa Nûnerê Ofîsa Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde.

"Îraqê em agahdarkirin"

Matthew Miller li ser rizgarkirina keçên Kurdên Êzidî wiha got:

“Em dizanin ku heta niha nêzîkî 2 hezar û 600 Êzidî winda ne lê ev keça yekane ye ku li Xezeyê ma ye û hikûmeta Îraqê agahî da me û daxwaza alîkariyê ji me kir.

Ev nayê wê wateyê ku kesek din li wir nîne. Belkî hebin ez nizanim.

Dema ku ji aliyê DAIŞê ve ji Îraqê hat revandin ew 11 salî bû û hat firotin, neçar ma bi çekdarekî Hamasê re bizewice û ne li ser daxwaza xwe çû Xezeyê.

Hikûmeta Îraqê bi me re pêwendî danî. Hat zanîn ku wê keçê xwe rizgar kiriye û hîn sax e û dixwaze vegere cem malbata xwe.

Hikûmeta Îraqê ji me xwest ku çi ji destê me tê em bikin da ku wê ji Xezeyê derxin.”

Çi bûbû?

Jineke Kurd a Êzidî Fewziya Emîn Seydo ji nahiyeya Giruzêrê ya navçeya Beacê ye parêzgeha Nînowayê ye.

Piştî zêdetirî 10 salan di ser revandina çekdarên DAIŞê re hat rizgarkirin û radestî xizmên wê hat kirin.

"Îspata pêwendiya di navbera Hemas û DAIŞê de ye"

Artêşa Îsraîlê li ser rizgarkirina jina Kurd daxunaiyek belav kir û tê de wiha got:

"Piştî ku zêdetir ji deh salan li Xezeyê dihat girtin, jineke Êzidî ya 21 salî ku di destê terorîstekî Hemasê yê ser bi DAIŞê de bû hat rizgarkirin û vegeriya nava malbeta xwe ya li Îraqê.

Di operasyoneke ku ji aliyê IDF ve hat kordînekirin û bi pêşengiya hêzên Îsraîlê, Konsulxaneya Amerîkayê ya Qudsê û aktorên din ên navneteweyî, Fewziya Emîn Seydo ji dîlgirtinê hat rizgarkirin û vegeriya Îraqê.

Fewziya di 11 saliya xwe de ji aliyê DAIŞê ve hat firotin ji bo terorîstekî Hemasê yê li Xezeyê, ku tê gumankirin di êrîşên Artêşa Îsraîlê de hatiye kuştin.

Ew ber bi veşartgehekê ve reviya ku tê de ew di Xaçerêya Kerem Şalom de bi mîsyoneke nihênî hate rizgarkirin.

Ev jî îspata pêwendiya di navbera Hemas û DAIŞê de ye û her wiha îspata tawanên dijî mirovatiyê yên rêxistina terorîst a li Xezayê ye.

Em fê ji bo jiholêrakirina rêxistina terorê Hamas-DAIŞ û azadkirina hemû dîlên di esareta Hamasê de tev bigerin."

"Me cara yekem wê li ser ekranên Rûdawê dît"

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê Karûbarên Êzidiyan Dr. Xelef Şingalî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:

Yekem car bi rêya ekranên Rûdawê me cihê keça Êzidî ya revandî li Xezeyê bi dest xist, dema derket ser ekranên Rûdawê û got ew Êzdî ye û li Xezeyê ye."

Birêvebira Giştî ya Karûbarên Jinên Rizgarbûyî ya Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Îraqê Serab Îlyasê ji Rûdawê re got:

“Fewziya li cem çekdarekî DAIŞê yê ji Xezeyê bûye.

Çekdar hatiye kuştin. Berî 4 salan dayîka çekdarê kuştî Fewziya bi xwe re biriye Xezeyê.”

Serab Îlyasê da zanîn ku wan piştî bidestxistina zanyariyeke girîng cihê wê li Xezeyê peyda kiriye.

Serab Îlyasê diyar kir ku wan Fewziya biriye Urdinê û roja çarşemê jî hatiye vegerandin ku niha li Şingalê li cem malbata xwe ye.

Fewziya Emîn Seydoya ku doh vegeriya nav malbata xwe, sala 2014an ji aliyê DAIŞê ve hat revandin û li çend welatan hat ragirtin.

Wezareta Karên Derve ya Îraqê di daxuyaniyekê de bêyî behsa Xezeyê bike ragihand, piştî zêdetirî 4 mehan ji hewldan û lêkolînên Wezareta Karên Derve ya Îraqê, Ajansa Îstixbarata Niştimanî, hevahengiya balyozxaneyên Amerîkayê yên Bexda û Umanê û rayedarên Urdinê jina Kurd a Êzidî hat rizgarkirin.

"Em vê gavê bi germî pêşwazî dikin"

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî yên Revandî Xeyrî Bozanî ji Rûdawê re got:

“Em vê gavê bi germî pêşwazî dikin.

Em spasiya her kesî dikin ku karibû di rizgarkirina jin û keçên Êzidî de alîkar bin yan jî hêsankariyê bikin."

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îraqê Fewziya Emîn Seydo doh êvarî bi hevahengî û çavdêriya rasterast a Wezîrê Karên Derve yê Îraqê vegeriya nav malbata xwe.

Ajansa Îstixbaratê ya Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan Fewziya Emîn Seydo bi hevahengiya Wezareta Karên Derve û Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Jinên Rizgarbûyî rizgar kir.

Li gorî Ajansê, lêkolînê dest pê kir piştî wergirtina zanyariyan hat zanîn ku Fewziya li welatekî herêmê ye, di dawiyê de sibeha çarşemê ber bi Bexdayê ve hat şandin û piştre radestî kesûkarên wê hat kirin.

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an li Şingalê komkujî li Kurdên Êzidî kir û 6 hezar û 417 kes revandin.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî yên Revandî Xeyrî Bozanî got, “Heta niha 3 hezar û 581 Kurdên Êzidî hatine rizgarkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst