Hewlêr (Rûdaw) - Li navçea Siwêregê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê di pevçûneke bi çekan de yêk jê giran 2 kes birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan, li taxa Ayvanatê ya navçeya Siwêregê di navbera du grûpan de ji ber deynan nîqaş derket.
Piştî nîqaşê her du aliyan bi çekan gule li hev reşandin.
Di encamê de Nurettin Suncakê 40 salî û Eyûp Yildirimê 44 salî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê
Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
Hate zanîn ji ber ku rewşa tenduristiyê ya Nurettîn Suncak giran bûye, tîmên tenduristiyê wî biriye Nexweşxaneya Zanîngeha Haranê.
Ji bo girtina kesên ku pev çûne xebat hatin destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse