Komeleya Rojnamegeran a Dêrsimê: Tundiya li nûçegihanê Rûdawê nayê qebûlkirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rawîn Stêrk DBP Êriş Komeleya Rojnamegeran a Dêrsimê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Rojnamegeran a Dêrsimê êrişa li nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk şermezar kir.

Nûçegihanê Rûdawê yê Stenbolê Rawîn Stêrk doh dema li Saziya Bijîşkiya Dadî ya Stenbolê nûçeya cenazeyê girtiyê Kurd ê nexweş Abdulkadir Kuday dişopand rastî êrişa endamekî DBPyê hat.

Ev êrişa li Rawîn Stêrk di serî de ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ve û gelek aliyên ve bû cihê bertekê.

"Em êrişê bi tundî şermezar dikin"

Komeleya Rojnamegeran a Dêrsimê li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:

"Doh li Stenbolê nûçegihanê Rûdawê TVyê hevkarê me Rawîn Stêrk dema nûçe dişopand rastî êrişa devkî û fîzîkî hat.

Bi armanca astengkirina mafê wergirtina agahiyan a raya giştî, bikaranîna şîdetê ya li hemberî rojnameger nayê qebûlkirin.

Em wekî Komeleya Rojnamegeran a Dêrsimê, astengkirina li hemberî endamê Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat û nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk bi tundî şermezar dikin.

Ev êrişa ku li dijî hevkarê me hatiye kirin qet nayê qebûlkirin.

Em wekî Komeleya Rojnamegeran a Dêrsimê careke din dixwazin helwesta xwe ya li hemberî her êrişa li dijî azadiya çapemeniyê tê kirin radigihînin.

Em bi xemgînî dibînin ku di salên dawî de li welatê me êrişên tundiyê yên li dijî rojnamegeran roj bi roj zêdetir dibin.

"Divê ewlehiya rojnamegeran bê parastin"

Azadiya çapemeniyê êdî li Tirkiyeyê bûye birîneke xwînrêj.

Divê ev xwînrijî yekser bê rawestandin, pêşiya êrişên li rojnamegeran bê girtin, ewlehiyan rojnamegeran û mafê wergirtina nûçeyan a gel divê yekser bi destûrê bê parastin.

Em careke din vê êrişa li dijî hevkarê xwe Rawîn Stêrk şermezar dikin û ji wî re derbasiyê dxwazin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst