Endazyarekî Efrînî ev çend roj in winda ye

03-10-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Efrîn Şêxo Hac Ehmed Wenda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endazyarek ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji çend rojan ve winda ye û kesek çarenivîsa wî nizane.

Li gorî zanyariyên Rûdawê yên ji endamekê malbata endazyarê Kurd Şêxo Hac Ehmed wergirtine, ew endazyar ji roja Îna borî ve wenda ye.

Şêxo Hac Ehmed roja 29ê Îlonê demjimêr 11:00an ji mala xwe ya li bajarê Efrînê derketiye û heta niha ti zanyarî li ser çarenivîsa wî nehatine bidestxistin.

Li gorî zanyariyên taybet bi Rûdawê, hin kesan Şêxo Hac Ehmed revandiye û otomobîla wî jî li nêzîkî gundê Astêrê yê Efrînê hatiye dîtin.

Lê ti zanyarî li ser rewşa wî nînin û malbata wî ji hemû aliyên pêwendîdar dixwaze ku bi wan re alîkar bin ji bo ew kes bi selametî vegere mala xwe.

Her li gorî zanyariyan, endazyar Şêxo Hac Ehmed ji gundê Zêtûnakê ye lê li bajarê Efrînê dijî.

Bi gotina heman çavkaniyê, Şêxo Hac Ehmed xêzandar e û keçeke wî heye û ti pêwendiyên wî ligel rêxistinên siyasî nîne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst