Êrişa li Enqereyê: PKKyê nasnameya her du gerîlayan eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - PKKyê nasnameya gerîlayên li Enqereyê li nêzîkî Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê êrişek pêk anî eşkere kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) derbarê nasnameya gerîlayên 1ê Çiriya Pêşîn li Enqereyê li nêzîkî Wezareta Karên Navxwe êrişek pêk anî daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê, kesên ew êriş kiriye Ozkan Şahînê bi nasnavê Rojhat Zîlan û Hasan Oguzê bi nasnavê Erdal Şahîn e.

Ozkan Şahîn li bajarê Wanê ji dayik bûye û sala 2014an tevlî PKKyê bûye.

Hasan Oguz jî li Mêrsînê ji dayîk bûye û sala 2013yan tevlî PKKyê bûye.

Çi bûbû?

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku demjimêr derdora 09:30î 2 kesan bi otomobîlekê êriş pêk aniye.

Yerlîkaya daxuyand ku yekî ji wan “xwe teqandiye” û yê din jî “ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin”.

Alî Yerlîkaya ragihand ku di êrişa bombeyî de 2 polîs birîndar bûne.

Li aliyê din, HPGyê da zanîn ku êriş ji aliyê Tabûra Nemiran ve hatiye encamdan.