Li Dêrsim û Stenbolê 6 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê û li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve 6 kes hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê îro li Dêrsîm û Stenbolê, di ser de girtina malan de peyamnêrê Rojnameya Yeni Yaşamê Ertan Çita, Rêvebera Komeleya Jîngehê ya Munzurê Ozkan Arslan, Yaprak Kurban, Ali Yildiz, Kazim Tosun û Arzu Ozdemir desteser kirin.

Kesên hatin desteserkirin ji bo karên îfade wergirtinê birin rêveberiya ewlehiyê.

Ji aliyê din ve navenda wê parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê li 18 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê operasyonek hat kirin.

Heta niha nêzîkî 90 kesî hatine desteserkirin.

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.