Efrîn: Çekdar ji bo her dareke zeytûnan bacê distînin

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Sultan Silêman Şahê li gundên navçeya Şiyê ya Efrînê ji bo wergirtina baca salane dest bi gerên xwe kiriye.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, çekdarên grûpa Silêman Şahê li gundên navçeya Şiyê yên li bakurrojavayê Efrînê ji bo ku ji cotkarên Kurd bi zorê bacê bistînin dest bi dewriyeyên xwe kiriye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê da zanîn ku ji bo her dareke zeytûnan 3 dolar li ser cotkaran ferz kirine ku par dolar û nîvek bû.

Herwiha çekdaran rêjeya ji sedî 10 bac li ser givaştekên zeyta zeytûnan ferz kir.

Grûpa Sultan Silêman Şahê wekî grûpa Emşatê jî tê naskirin.

Tebaxa borî, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê her du grûpên çekdar ên Emşat û Hemzatê yên ser bi Trikiyeyê ve ji ber binpêkirinên wan ên li hemberî Kurdên Efrînê ceza kiribûn.

Dagirkirina Efrînê

Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê di 18ê Adara 2018an de ji aliyê Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên tundrew ên muxalefeta Sûriyeyê ve hat dagirkirin.

Ji roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar, kuştin, revandin, dizî, talan û binpêkariyên li hemberî welatiyên Kurd ên li wê herêmê berdewam in.