Li Bedlîsê birûskê li keriyê pez da: 25 serî pez mirar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Norşînê ya Bêdlîsê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî birûskê li keriyê da.

Li parêzgeha Bêdlîsê doh baraneke gur dest pê kir.

Li derdora gundê Morxê yê Norşînê dema gundiyê bi navê Îhsan Soner pezê xwe diçêrand brûskê li pez da.

Di encama brûskê de 25 mih û bizin mirar bûn.

Îhsan Soner pezê xwe veguhat cihekî ewle û gundî ji rewşê agahdar kirin.

Gundî û xizmên wî bi hawara wî ve çûn.

Yunus Çetinerê ku çû cihê bûyerê got, “Ji ber lêdana brûskê 25 serî pez mirar bûn, em ji berpirsan alîkariyê dixwazin.”