Li Dêrezorê 3 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Dêrezorê 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê ragihand di 2 bûyerên cuda de li herêma rojhilatê Dêrezorê 4 çekdaran êrişî mala welatiyê bi navê Fehed Ehmed Mihêdî Hayis kir.

Li gorî daxuyaniya Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê, çekdaran Fehed Ehmed Mihêdî Hayis ji mala wî ya li bajarokê Xeranîc revand û kuşt.

Herwiha hat ragihandin ku di encama şer û pevçûnên çekdarên eşîran de zarokê bi navê Ehmed Sabit Selah hat kuştin û hejmarek kesên din birîndar bûn.

Li bajarokê Ebû Hemam jî welatiyek bi navê Cemal Ebdulhemîd, bi teqeyên hin kesên nenaskirî hat kuştin.