Kompanyaya Lafargeyê ku li Kobaniyê çemento çêdikir tê dadgehkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Pêdeçûnê ya Parîsê, li hemberî Kompaniya Lafarge ya çîmentoyê dest bi karûbarên yasayî kir.

Kompanyay Lafargeyê ya Fransî ya çîmentoyê di dema hebûna DAIŞê de li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kar dikir.

Wê kompanyayê pêştir itîraf kiribû ku wê bi milyon dolaran pere dane DAIŞê ji bo ku karê xwe berdewam bike.

Hikûmeta Amerîkayê jî Kompaniya Lafargeyê bi 778 milyon dolaran ceza kiribû.

Dadgeha Pêdeçûnê ya Parîsê îro li hemberî Kompanyaya Lafargeyê dest bi rêkarên yasayî kir.

Dadgeh dibêje, Kompaniya Lafargeyê jiyana karmendên xwe xistiye metirsiyê û pere dane rêxistineke terorîst.

Kompanyaya Lafargeyê di navbera salên 2013-2014an bi milyonan euro dane DAIŞ û grûpên din ên çekdarji bo ku karê xwe li Sûriyeyê berdewam bike.

Mamostaya Yasayê li Parîsê Parêzer Sêvê Îzolî ser vê mijarê bû mêvanê bultena Rûdawê û got:

“Kompanyaya Lafargyê bi sûcên dijmirovahî hatiye tohmetbarkirin.”

Bi gotina Sêvê Îzolî  dadgehkirina Kompaniya Lafargeyê ser giliyê mirovên qurbaniyan bûye.

Sêvê Îzolî diyar kir ku Kompanyaya Lafargeyê li xwe mukur hatiye û dixwaze lihevkirinekê bi dadgehê re bike.