Li Pasûrê ji ber lehiyê dibistan hatin girtin

03-10-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Pasûr Dibistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pasûrê Ameda Bakurê Kurdistanê 5 dibistanên li 2 taxan ji ber baran û lehiyê dê 3 rojan girtî bimînin.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê îro baraneke zêde barî û li hinek navçeyan baran bû sedema rabûna lehiyê.

Li navçeya Pasûrê ya Amedê jî piştî  barana zêde li hinek cihan lehî rabû û bandor li jiyana rojana ya welatiyan kir.

Qeymiqamiya Pasûrê bi daxuyaniyekê de ragihand ku lehî û baranê  li taxên Aygun û Akçesir tesîd li 5 dibistanan kiriye û ji ber wê yekê jî li wan dibistanan ji bo rojan perwerde hatiye ragirtin.

Qeymiqamiya Pasûrê herwiha di daxuyaniya xwe de bang li saziyên peywendîdar kiriye ku tedbîrên pêwîst ji bo wan dibistanan wergirin.

Li parêzgehên Wan, Xarpet, Dîlok û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê jî ji ber baran zêde lehî rabû.

Li gorî Keşnasiya Tirkiyeyê pêla baranê heta 5 roj din li Bakurê Kurdistanê berdewam dike.

Rêveberiya navborî bang li welatiyên li wan parêzgehan kir ku li hemberî lehî, herikîna axê, brûsk û astengiyên di çûn hatinê de tedbîrên pêwîst werbigrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst