Li zanîngehên Artuklu, Dêrsim û Çewligê beşên Kurdî tijî bûne
Mêrdîn (Rûdaw) - Li Zanîngehên Artûklûya Mêrdînê, Çewlikê û Munzûra Dêrsimê xwendekarên Beşa Wêja û Zimanê Kurdî dest bi xwendinê kir.
Xwendekarên ku beşên Kurdî tercih kirine, dibêjin xeyala wan a herî mezin ew e ku piştî bûn mamoste, li dibistanan Kurdî fêrî zarokên Kurd bikin.
Li Zanîngehên Artuklûya Mêrdînê, Çewlik û Munzûra Dêrsimê xwendekarên xwendina lisansa Kurdî dest bi waneyê kir.
Li Zanîngeha Artûkluyê 4 pol ji bo lisansa Wêje û Zimanê Kurdî hatine veqetandin. Kontenjanên herçar polan jî tijî bûne.
Xwendekarên Kurdî dibêjin xeyala wan a herî mezin ew e ku bibin mamoste û Kurdî fêrî zarokan bikin.
Xwendekara Beşa Kurdî Siltan Yavuz ji Rûdawê re got:
“Xeyala min di paşerojê de dersên hilbijartî bibe dersên mecbûrî û em li dibistanên navîn dersên Kurdî bidin zarokan û di lîseyê de jî em edebiyata Kurdî bidin wan.”
Xwendekarê Beşa Kurdî Umud Deng jî got, “Ez dixwazim di zimanê Kurdî de mamostetî bikim û di vî aliyî de fêdeyê bidim xwendekaran.”
Xwendekarê Beşa Kurdî Yilmaz Elagoz jî da zanîn ku xeyala wî ew bibe mamoste û got, “Ez dixwazim di dibistanan de zarokên me fêrî Kurdî bikim.”
Li gorî rêveberên Zanîngeha Artûklûya Mêrdînê ji zanîngeha wan, ji sala 2011an ve ji mastera bêtez 980 û ji mastera bitez jî 174 kes mezûn bûne.
Derçûyên lîsansê jî heta niha 183 kes in.
Dekanê Fakûlteya Wêjeyê Prof. Dr. Yunis Cengîz jî got:
“Ji wextê ku zanîngeha me hate damezrandin ve em li ser zimanê Kurdî gelek disekinin. Em vê derê dikin weke navendek.
Ez bawer im ku vêga xurtir e. Di zanîngeha me de em dersên hilbijarte jî didin. Ne tenê beşa zimanê Kurdî, beşên wan fakûlteyên din jî dikarin zimanê Kurdî hilbijêrin.”
Par ji derçûyên beşa Kurdî 50 mamosteyên Kurdî hatibûn damezrandin. Ji wan 35 kes ji bo zaravayê kurmancî û 15 kes jî ji bo zaravayê zazakî bû.
Rêveberên beşa Kurdî dibêjin ger wekî par îsal jî hejmara mamosteyên Kurdî ku bêne damezrandin zêde be, ev yek dê bandoreke erênî li xwendina Kurdî bike.
Serokê Beşa Kurdî ya Artûkluya Mêrdînê Hayrullah Acar jî got:
“Di mektebên navencî de dersên Kurdî bila hilbijêrin ku hejmara xwendekaran zêde bibe. Ev zêdebûn mutleqa dê îhtiyaca mamosteyên Kurdî jî zêdetir bike. Bi vî şeklî dê bandorê li ser tayînkirina mamosteyan jî bike û mamosteyên Kurdî zêdetir bêne tayînkirin.”
Li Zanîngehên Dîcleya Amedê, Yûzinciyila Wanê û Alparslana Mûşê jî beşên master û doktoraya Kurdî hene û roj bi roj derçûyên akademiya Kurdî zêdetir dibin.