Meha îlonê li Efrînê çi rû da?

03-10-2023
Nîşan Efrîn Binpêkirina Mafan Grûpên Çekdar Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê amarên binpêkirinên meha îlonê belav kirin ku ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê ve li herêma Efrînê hatine kirin.

Di rapora wê rêxistinê de hatiye îfadekirin ku Îlona 2023yan, li Herêma Efrînê 59 welatî ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ve hatine girtin.

Raporê destnîşan kir ku di nav wan 59 kesan de zarokekî sava û 6 jin hene.

Li gorî heman raporê, welatiya bi navê Heyat Mihemed a ji gundê Gobekê yê nahiyeya Mabata hat kuştin.

Li aliyê din, rêxistinên bi navên Rêxistina Destê Alîkariyê ya ji bo Hawarçûn û Geşepêdanê, Dezgeha Xêrxwaz a Sewasiyeyê û Desteya Cîhanî ya ji bo Hawarçûn û Geşepêdanê (Unsur) beşdarî avakirina gund, xanî û komelgehên niştecîbûnê de dibin ku Erebên Hawirde li wan tên bicihkirin.

Di heman demê demê de, grûpên çekdar bacê li ser berhemên dar û zeytûnên xelkê ferz dikin.

Heman grûpan li nahiyeyên Mabata, Reco, Cindirês û Bilbilê gelek darên zeytûnan, darên fêkî û daristan jî birîne û şewitandine.

Binpêkariyên grûpên çekdar ên li Herêma Efrînê, ji 20ê Kanûna Paşîn a 2018an ve berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst