Çekdaran du xwişk li Efrînê revandin

03-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarê grûpa Cebha El-Şamiya yên girêdayî Tirkiyê du xwişk li navçeya Mabata ya Herêma Efrîna Rojavayê kurdistanê revandin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, roja Înê 30ê Îlonê, çekdarên grûpa Cebha El-Şam du xwişk ji gundê Mîrkan "Hisiyê" yê navçeya Mabata ya Herêma Efrînê revandin û piştî dane fidiyê berdan .

Heman çavkaniyê da zanîn her du xwişk Medya Fethî Cundî(34 salî) û Tolîn Fethî Cundî(32 salî) ne û bi tohmeta peywendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hatine girtin û piştî rojekê bi fidyê îro roja 3ê Cotmehê hatin berdan.

Li gor heman çavkaniyan, çekdarên Cebha El-Şamiya bavê wan du keçan Fethî Cundî yê 55 salî jî beriya niha girtibûn û piştî ku malbata wî fidye dabûn hatibû berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst