Xwepêşanderên welatên din hevsoziya xwe bo Rojhilatê Kurdistanê tînin ziman

Hewlêr (Rûdaw) - Xwepêşanderên welatên din hevsoziya xwe bo xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tînin ziman. Saziyên jinan li Ameda Bakurê Kurdistanê kom bûn û hevsoziya xwe bo Jîna Emînî û xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nîşan dan.  Bi zimanê Kurdî slogan "Jin, Jiyan, Azadî" li Beyrûtê hat bilindkirin. Herweha li Parîsê jî xwepêşandaneke berfreh hate sazkirin.

Li gelek welatên cîhanê xwepêşandanên bo piştevanîkirina Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam in.

18 roj e Jîna Emînî ji vê cîhana me çûye û şoreşek li seranserê Îranê û derve daye destpêkirin.

Welatiya li Amedê Gazel Bayram dibêje: “Em êdî razî nabin partiyên siyasî biryarê li ser laşê me, cil û berg û tevgera me bidin. Ew tevgera ku li beramber Jîna Emînî û hezaran keçên din tê kirin, divê raweste.”

Bi zimanê Kurdî slogan “Jin, Jiyan, Azadî” li Beyrûtê hat bilindkirin, bajarek ku pêgeha Hizbullaha nêzîkê Îranê lê bihêz e.

Xwepêşandera li Beyrûtê Regina Qantara jî got: “Em îro dikin hewar, hevawayê wê hemû hewara ku li cîhanê hat bilindkirin bo civaka navdewletî ku divê ev rejîma melayên Îranê bê rûxandin; ev rejîm berdewam tawanan li navçeyê dike û nabe di sedsala bîst û yekê de rejîmeke dîktator a bi wî awayî bimîne.”

Ala Kurdistanê li tenişt alên din ên Îranê li Parîsê hatiye bilindkirin.  Her jinek porê xwe dibire û pêşkêşî jinên Îranê dike.

Bi karîkator jî hişyariyê didin Rûsya û Ewropayê ku wan bi pêşkêşkirina hevkariyê bo desthilata Îranê tohmetbar dikin.

New York çavê xwe di asta Jîna de nagire.. Jîna hevsoziya veşartî ya çavê tejî rondik ê sedan milyon kesan li cîhanê xistiye tevgerê.

Xwepêşandera bi navê Mary dibêje: “Bi dirêjahiya 40 salên borî vê rejîmê xelkê Îranê xeniqandiye û em giriyandine. Êdî em rê nadin vê yekê. Şoreşa me ya vê carê ji wan hemû yên berê, cudatir e.”

17 roj e beşek ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji Erdebîla ya li bakurê rojava heta Zahîdan a li başûrê welat dest bi nerazîbûnê kirine û ti amajeyek jî bo paşdegavavêtin û bidawîanîna nerazîbûnan jî naxuyê.