Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî tekeziyê li çareserkirina pirsgirêkan dikin

03-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistafa Kazimî tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e berjewendiya welatiyan bi hemû pêkhateyan û mafên wan ên destûrî li seranserî welat bi Herêma Kurdistanê ve, di karên pêşîne de be.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Cotmeha 2022an pêşwazî li Serokwezîrê Iraqa Federal Mistefa Kazimî kir.

Li gor daxuyaniya Serokwezîriya Herêma kurdistanê di hevdîtinê de, guftûgo derbarê pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hatin kirin û tekezî li pêwîstiya berdewambûna guftûgoyan bi armanca derbaskirina astengiyan hate kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hejmarek babetên taybet bi jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û her du alî hevnêrîn bûn li ser wê yekê ku “pêwîst e berjewendiya welatiyan bi hemû pêkhateyan û mafên wan ên destûrî li seranserî welat bi Herêma Kurdistanê ve, di karên pêşîne de be.”

Di beşeke din ya civînê de, tekezî li pêwîstiya berdewambûna civînên hevbeş, serederîkirina bi awayekî cidî ligel hemû dosyeyan û peydakirina şert û mercên baş ji bo guftûgoyên avaker ku bibin sedema çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya destûrê de hate kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst