Nêçîrvan Barzanî û Mistefa Kazimî: Nabe Iraq bibe qada şerê çareserkirina nakokiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro li Hewlêrê civiyan û behsa êrîş û bombebaranên vê dawiyê yên Îranê bo ser Herêma Kurdistanê kirin û ragihandin, nabe Iraq bibe qada nakokiyên herêmî û yekalîkirina wan nakokiyan.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ku bi serdanekê li Herêma Kurdistanê ye, îro li Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin û her du alî bi hev re civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Mistefa Kazimî de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniyê di civînê de, pêşhatên dawî yên proseya siyasiya Iraqê û hewlên Hikûmeta Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê yên ji bo li hev nêzîk kirina aliyên siyasî û parastina aştiya navxweyî hatin gotubêj kirin û tekez li ser wê yekê kirin ku, diyalog yekane rêya çareserkirina kêşeyan e.

Di daxuyaniyê de tê gotin, herdu aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku xwîn û canê welatiyan û parastina xwepêşanderan li seranserî Iraqê û parastina milkên taybet û giştî daxwaz û armancên hevbeş in û divê her kes ji bo pêkanîna erkên xwe û parastina asayîş û aramiya welat, alîkariya hêzên ewlehiyê bike.

Di beşeke din a hevdîtinê de “her du aliyan tekez kiriye ku divê rêz li serweriya Iraqê bê girtin û red kirine Iraq bibe qada yekalîkirina nakokiyên herêmî, herwiha tekez kirine ku Iraq û Herêma Kurdistanê pabendî peywendiyên dostane yên bi welatên cîran re ne û pabend in bi wê yekê ku axa Iraqê nebe çavkaniyê gefê bo ser wan welatan.”