Nêçîrvan Barzanî: Mam Celal hêvîxwazê yekrêzî, tebayî û biratiyê bû

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê di çaremîn salvegera koça dawî ya Mam Celal de ragihand, “Mam Celal hêvîxwazê yekrêzî, tebayî û biratiyê bû ku kilîla serkeftina me ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya çaremîn salvegera koça dawî ya Mam Celal, li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Îro di biranîna koça Serok Mam Celal de bi rêzdarî xebat û têkoşîna wî ya bo pêkanîna mafên gelên Iraqê û gelê Kurdistanê bi taybetî bibîr dixin. Mam Celal hêvîxwazê yekrêzî, tebayî û biratiyê bû ku kilîla serkeftinê ye. Yada we bixêr û giyanê we şad.”

Celal Husamedîn Nurullah Nûrî ku wek Mam Celal tê naskirin, sala 1933an jidayîk bû û  Sekreterê Berê yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Serokomarê Berê yê Iraqê bû.

Mam Celal sala 2012an ji ber celteya mejî bo Almanyayê hat veguhastin û li wir dihat dermankirin û roja 3ê Cotmeha 2017an jî li Almanya koça dawî kir.