Fermandarê HSDê Egîd Agirî: Tenê zarokek jî mabe em dê vegerînin

03-10-2021
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Konferansa rojnamevanî ya Berpirsê Têkiliyên HSDê, Egîd Agirî û Xalid Cebir, Hevserokê Ofîsa Parastina Zarokan li Amûdê ya derbarê vegerandina 54 zarokan ji nav refên HSDê bo malbatên wan. Wêne: Rûdaw TV
Konferansa rojnamevanî ya Berpirsê Têkiliyên HSDê, Egîd Agirî û Xalid Cebir, Hevserokê Ofîsa Parastina Zarokan li Amûdê ya derbarê vegerandina 54 zarokan ji nav refên HSDê bo malbatên wan. Wêne: Rûdaw TV
Nîşan Rojava HSD Zarok
A+ A-

Amûdê (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi bi alîkaroya Ofîsa Parastina Zarokan a ser bi Rêveberiya Xweser ve, 54 zarok ji nav refên xwe derxist û ew li malbatên wan vegerandin. Berpirsê Têkiliyên HSDê, Egîd Agirî jî ji Rûdawê re got, eger tenê zarokek jî mabe û tenê rojek jî ji temenê wî biçûk, HSD dê wî ji anv refên xwe derxîne û li malbatê vegerîne.  

Merasima vegerandina wan zarokan îro li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê birêveçû û di merasimê de, Hevserokê Ofîsa Parastina Zarokan Xalid Cebir û Berpirsê Têkiliyan ê HSDê Egîd Agirî amade bûn.

Fermandarekî HSDê û Berpirsê Têkiliyên vê hêzê, Egîd Agirî derbarê derxistina wan zarokan ji nav refên HSDê de ragihand, “Biryar derketiye rewşa wan zelal bibe û em wan bidin hevalan, em dişopînin eger yek jî hebe emê wî radestî malbata wî bikin, em li benda belgeyan in, eger rojek ji temenê wî biçûk be, em qebûl nakin.”

Kesên ku hatine vegerandin, ji Cezîra Rojavayê Kurdistanê ne, temenê wan di navbera 15 û 17 salan de ne, beriya niha di riyên cûda re bibûn çekdar.

Berpirsê Ofîsa Parastina Zarokan jî dibêje, piştî îmzekirina protokola bi Netewên Yekbûyî re jibo dûrxistina zarokan ji şer ku di sala 2019 de hatibû îmzekirin, wan ji bilî yên îro, 150 zarokên din jî di dema derbasbûyî de li malbatên wan vegerandine.

Xalid Cebir, Hevserokê Ofîsa Parastina Zarokan ji Rûdawê re diyar kir,  “Hejmarek ji giliyan heye, em nikarin vê yekê veşêrin, em li ser wan kar dikin û em bi hêvî ne wan vegerînin mal û dibistanên wan.”

Di Cotmeha sala 2020an de ofîsa parastina mafê zarokan weku derencam ji wê rêkeftina bi NY re hat damezrandin, di heman salê de, 12 zarok ji koma 86 keysan ku malbatê wan tomar kiribûn, li malbatên wan hatibûn vegerandin û bi gotina Berpirsê Ofîsa Parastina Zarokan jî heta niha wan 150 zarok vegerandine, lê hîna bi dehan malbat hene doz vekirine û nizanin zarokên wan li kuderê ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst