Galeriya wêneyan

03-10-2021
14 Photos

Silêmanî (Rûdaw) – Îro 4 sal di ser koça dawî ya Serokkomarê Iraqê yê pêştir û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) yê berê, Celal Talebanî re derbas bûn û bi vê helkeftê, merasimeke bîranîn û rêzgirtinê li Debaşanê hat sazkirin.

Di merasimê de, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ku kurê Celal Talebanî ye, pêşwazî li xelkê kir.

Ji bilî hemwelatiyan, hejmarek kesatiyên siyasî yên wek Fuad Mehsûm Serokkomarê Iraqê yê berê, Omer Seyid Elî Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê û Ednan Muftî Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê di merasimê de amade bûn.

Celal Husamedîn Nûrullah Nûrî, naskirî bi Mam Celal, di sala 1933an de li qezaya Koyê ya ser bi  parêzgeha Hewlêrê ve ji dayik bûbû. Mam Celal sala 2012an de tûşî celteya mejî bû û bo dermankirinê rakirin Almanyayê, roja 3ê Cotmeha 2017an de li Almanyayê koça dawî kir.

Di dema vegerandina cenazeyê wî de, bi amadebûna serokê wê demê yê Herêma Kudistanê Mesûd Barzanî û gelek rayedarên Kurdistanî, Iraqî, herêmî û cîhanê, li Hewlêrê merasimeke mezin a pêşwazî û rêzgirtinê hat sazkirin û paşê term bo Silêmaniyê hat veguhastin û li Debaşanê hat veşartin.

 

Wêne: Herêm Elî / Rûdaw