Çîroka koçberekî Kirîstiyan li Hewlêrê

Hewlêr (Rûdaw) - Tonî Îsa yê 51 salî Kirîstiyanekî bajarê Bexdayê ye û wî jî bi hatina DAIŞê berî daye Hewlêrê, lê nêzîkî mehekê ye birîndar e û di nava parkê û li ser cadeyan dimîne.

Ew dibêje ku dayik û xwişka wî ji sala 2007an ve mirin e, lewma ew niha bê kesûkar e û li cadeyan dimîne.

Berî nêzîkî mehekê ew rastî bûyereke hatinûçûnê hat û niha rewşa wî ya tendirustî jî xirab e.

Tonî Îsa, dibêje, “Malbata min hemû mirîne û ev demeke ez li cadeyan dinivim. Ez daxwazê ji hikûmetê dikim ku alîkariya min bike. Ez tiştekî naxwazim, tenê min divê ez jiyana xwe birêve bibim.”

Kesên nêzîkî wê parkê dibêjin ku Tonî nexweşiya derûnî heye, lewma kes qebûl nake ku Tonî li cem wan kar bike.

Xwarin û vexwarina wî jî her li ser wan kesan e. Mala Canêt Polis nêzîkî cihê mana Tonî ye, lewma hem dermanan û hem xwarinê jê re pêşkêş dikin.

Canêt Polis, dibêje, “Her sibeh ez pirsiyarê jê dikim ka te çi xwarin divê û tişta dilê wî dixwazê ez çêdikim. Ji ber ku ne dayik ne xwişk, ne malbat tune ye, lewma min xwest alîkariya wî bikim. Hema wisa li cadeyan e, eger ez jî xwarinê nedimê, wê ji birsa bimire."

Parkeke biçûk êdî bûye cihê xwarin, vexwarin, raketin û serşûştina Tonî Îsa. Ew jî ji ber azarên xwe nahewe û rojên xwe bi giranî derbas dike.

Tonî piraniya jiyana xwe di koçberiyê de derbas kir. Ji ber şerê Iraqê, wî sala 2007an berê xwe da Sûriyê.

Piştî şerê Sûriyê careka din berê xwe da Iraqê û li Til Kêf bicih bû. Piştî hatina DAIŞê bo ser devera wî, wî jî wek gelek Kiristiyanên deverê berê xwe da Herêma Kurdistanê û niha li kolanên Enkawa derbider e.