Hewlêr (Rûdaw) - Bi destpêkirina mesûma daweşandina zeytûnan re li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê dest bi talankirina berhemên cotyarên herêmê kirine.
Li gundê Coqê, çekdarên grûpa el Hemzat, bi fermandariya Seyf Ebû Bekir zeytûnên cotyarekî talan kirine. Di derbarê van kiryaran de, Serokê Encûmena Xwecihî ya Raco Fadil Horo ji Rûdawê re got, ku ew wekî Encûmena Xwecihî, bacê li ser cotyaran ferz nakin, lê ew nikarin rê li ber gurûpên çekdar bigirin.
Çekdarên grûpa el Hemzat, 50 darzeytûnên welatiyê Kurd Cemal Minla Mihemed ji xwe daweşandine.
Li gundê Mamila, grûpa Mihemed el Fatih bi fermandariya Doxan Silêman Ebû Îslam, baca zorane li ser gundiyan ferz kirine. Çekdarên grûpa navborî derdora 100 hezar dolar li ser tevahiya cotyarên wî gundê ser bi Raco ferz kirine.
Grûpên Ehrar el Şerqiye û Feleq el Şam, bac li ser gundên Elemdara, Cela, Çaqmaqê Mezn, Çaqmaqê biçûk û 7 gundên devera Meydana ferz kirine. Herdu grûpên navborî li ser her darzeytûnekê 2 dolar wekî baca zorane ferz kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse