Hereketa Azadî: Ne Ermenistan û ne Azerbaycan, Kurdistana Sor

03-10-2020
RÛDAW
Nîşan Kurdistana Sor Hereketa Azadî Ermenistan Azerbaycan Kurd Qerebax
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hereketa Azadî bang li hemû aliyên Kurdistanî kir ku di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de nebin alî û hewl bidin heta ku statuya Kurdistana Sor ji nû ve bê vegerandin.

Hereketa Azadî derbarê şer û pevçûnên di navbera dewletên Ermenistan û Azerbaycanê de li herêma Nagorno-Qerebaxê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê tê kirin, “Weke ku tê zanîn, şerê ji bo serdestiyê di navbera dewletên Ermenistan û Azerbaycanê de ku 30 sal e berdewam dike û di van rojên dawiyê de dijwartir bû. Îro tundûtijî û pevçûnê li herêma ku bi navê "Qerebax" hatiye bi navkirin, ji hêla raya giştî ya Kurdistanê ve û digel welatên cîran ji nêz ve tê şopandin.

Hereketa Azadî amaje bi wê dike, “Ev axên ku girêdayî erdnigariya Kurdistanê ye wekî mînaka ku bi peymana Sykes-Picotê ku Kurdistan hatibû dabeşkirin ya li Qafqasyayê ye jî hatiye pêkanîn. Ev axa ku mîrata Xanedana Şaddadî ya Kurd e û hetanî  îro di nav erdnîgariya Kurdistanê de mane, pêşî li Yekîtiya Sovyetê statuyek fermî bi dest xist û navê Kurdistana Sor li xwe girt û dîsan ji hêla rêveberiya Yekîtiya Soviyetê (1923-1929) ve jî hate bi dawîkirin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Kurdistana Sor, ku bi hilweşîna Sovyetan re dîsa hate rojevê, di dawiya dawîn de, da ku Rûsya nakokiyên xwe yên bi welatên herêmê re bi dawî bîne, hebûna Kurdistana Sor ji holê radike. Li ser vê yekê valahiyek çêdibe û  Kurdistana Sor di sala 1992an de ji hêla dewletên Ermenistan û Azerbaycanê ve hate dagirkirin û dabeşkirin.”

Hereketa Azadî dibêje, “Derdora pevçûnê ya îroyîn li bajarên wekî; Laçîn, Kelbejêr, Zengîlan, Elagêz, Kubatlî, Cebraîl û Zengezor digire nav xwe, ku Kurd bi piranî lê dijîn. Bi sed hezaran kurdên ku li van bajaran dijîn neçar man ku dev ji warên xwe berdin, û kurdên ku hîn jî li vê herêmê dimînin ji hêla dewletên Ermenistan û Azerbaycanê ve têne asîmîlekirin.”

Herwiha Hereketa Azadî dibêje, “Beriya her tiştî divê rewşenbîr û gelê Kurd piştgirî nedin û nebin alîgirên dewletên Ermenistan û Azerbaycanê, ku Kurdistana Sor ji hêla van hatiye dagirbûye. Her wiha Ji bo ku Kurdistana Sor statuyek bi dest xwe bîne, divê li seranserê cîhanê çalakiyên lobiyê bikin da ku  aştiyek mayînde pêk were.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Di vê çarçoveyê de, di serî de Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hemû partiyên siyasî yên li çar perçeyan, herwiha hemû rewşenbîr, dîrokzan û gelê me yên welatparêz xwedî erk û berpirsiyar in.”

Hereketa Azadî bang li aliyên Kurd dike û dibêje, “Em bang li hemî  hêz û grûbên Kurdistanî dikin ku nebin alîgir û piştgiriya dewletên zordest ên  Azerbeycan û Ermenistanê û ji bo statuya Kurdistana Sor divê erk û wazifeyên xwe yên neteweyî bicih bînin.”

Aloziyên navbera Ermenistan û Azerbaycanê ku ji meha Tîrmeha îsal ve ber bi zêdebûnê ve çûn, bi şerê ku roja Yekşemê 27ê Îlona 2020ê li herêma Nagorno-Karabaxê destpê kir, gehiştin lutkeyê.

Şerê di navbera herdu welatan de her diçe germtir dibe û li gorî agahiyên fermî, di heyama çend rojên şer de hejmara qurbaniyan, êdî ji hezar kesî derbas bûye û bi dehan hezar welatî ji malên xwe derketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst